Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Jinên Kurd ên li Fransayê rêxistina sêwan a xwe avakirin

Komîn û meclîsên jinan ên di bin sêwana tevgera jinên Kurd ên Fransayê de, rêxistina sêwan a xwe ya bi navê Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) îlan kirin.

Kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hate lidarxistin şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn. Di kongrya bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê hate girtin de, Nûnera Tevgera Jina Kurd Zozan Serhat axaftin kir.

Serhat wiha got: “Têkoşîna şoreşa Tevgera Azadiya Kurd a ku dawyî destpêkirin ev 40 sal in dewam dike. Di vê têkoşîna şoreşê de di ti şoreşan de bi qasî şoreşa me jinan di her alî de cihê xwe girtine û pêşengtiyê dike.

Jina Kurd hem bi rola xwe ya civakî û hem jî bi qehremaniya xwe ya di şer de bi têkoşînê ji bo hemû cîhanê xwe daye îsbatkirin.”

Serhat destnîşan kir ku yekane armaca Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew bû ku jinê bike xwedî vîn û wiha pêde çû: “Jinên me yên ku bi dehan komîn û meclîsan rêxistinê xwe dane avakirin, îro li Fransa hemû xebatên rêxistina jinên Kurd bi awayekî parele û ji bo hemû saziyên xwe bi sêwankirina rêxistinê tacîdar dikin.”

Dîsa îro salvegara şehadeta heval Sema û heval Sara, dîsa hevala me Nalîn Mûş û Helîn Dersim ên ku sala bihurî şehdî ketine, 3 hevalên me yên ku li Parîsê şehîd bûne, pêşenga me heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî caredî din didin nîşandan ku di rêya wan de dimeşin û em ê hemû komîn û meclîsên xwe yên ku bi xebata wan ji bo me bûne mîras birêve bibin, têkoşîn û rêxistinkirin mezin bikin.”

Piştî axaftinan, di kongryeya rêzikname hate xwendin de, bi biryara TJK-E’yê plansaziya salekê hate diyarkirin.

Komîteya Rêveberiyê Jale Bîngol, Meral Alkan, Serpîl Dînç, Elîf Yolci, Cemîle Renklîçay û nûnertiyek ji bo Strasboûrg û yek ji Bordeaûxê bi giştî ji 7 kesan pêk hat.

Kongre bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bi dawî bû.