Jinên Kurd ên Hîldeshheîmê standa agahdariyê vekirin

Komûna Jinan a Şehîd Meryem a Hîldesheîmê ya Elmanayê bi çarçoweya pêngava ''ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan'', ji bo du rojan standa agahdarkirinê vekir.

Standa agahdarkirinê ya Komûna Jinan a Şehîd Meryem li ber dêra Jakobî hate vekirin.

Di çalakiyê de ya ku Kurdên Hîldesheîmê û derdora wê tevlê bûn, broşûreke ku TJK-E'yê hazir kirî hem hate xwendin û hem hate belavkirin. Her wiha li du aliyên konê standê û pêşiya wê pankart hatin daleqandin. Her wiha kon bi flamayên TJK-E'yê hate xemilandin.

Çalakiya ku Pêrşemê bûyî bi dirûşmên ''jin jiyan azadî', 'li ber xwe bidin gelî jinan, azadî nêz e'' qediya.

Têkilî pêngava ''ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan' a ku Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) dayî destpêkirin wiha tê gotin:

''Ev pêngav armanc dike ku hemû feraset û astengiyên li pêşiya jinên azad û civaka azad rake. Her wiha rêxistiniya jinê ya di qada hîs û ramanê de, avakirina jiyanê ya li ser esasên paradîgmaya neteweya demokratîk, tekane rê ye ku pê dahatuyeke azad were avakirin.''

Di nav pêngavê de seferberiya perwerdehiyê, li dijî dagirkerî, qirkerin û komkujiyê li ser sirûştê avakirina xeta berxwedanê ya xurt, rêxistiniya xweparastinê, geşkirina dîplomasiyê, li dijî tundiya li ser jinê avakirina xeta têkoşînê, sazûmanbûna jin û zarokan tê armanckirin.