Jinên Kurd ên hatin kuştin li Amedê hatin bibîranîn
TJA'yê, siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin, li Amedê bibîr anî.
TJA'yê, siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin, li Amedê bibîr anî.
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li navçeya Peyas a Amedê li hev civiyan û siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên 5'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê hatin kuştin, bibîr anîn.
Aktîvîsta TJA'yê Arzû Akşahîn li merasîma bîranînê axivî û got, "Tevî ku di ser komkujiya li Parîsê re 4 sal derbas bûne, komkujî hê nehatiye ronîkirin. Hêzên kûr û tarî yên li pişt kujer nehatin eşkerekirin. Di heman demê de bi mirina bi guman a kujer Omer Guney, ev têkilî û hêzên tarî hatin nixumandin."
Akşahîn da xuyakirin, ku bi kuştina Sêvê, Fatma û Pakîze re êrîş li siyasetmedarên jin ên li ber polîtîkayên şer radibin hatiye kirin û got, "Bi kuştina siyasetmedarên jin xwestine dengê hemû jinan bibirin."
Akşahîn destnîşan kir, ew ê li ser şopa van siyasetmedar û şoreşgeran be û got, "Heta aştî pêk were, em ê têbikoşin. Em ê hesab ji berpirsyarên komkujiyan bipirsin."
Di merasîma bîranînê de dirûşma "Jin, jiyan azadî" hat qîrîn û sînevîzyon hat nîşandan.