Jinên ku tarîtiya Sibatê bi bedenên xwe ronî kirin

Dema ku komploya 15'ê Sibatê hat kirin, bi mîlyonan mirov rabûn ser piyan. Gelek jinan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên fedayî lidar xistin. Me çend ji nameyên van jinên fedayî dan hev.

Dema ku komploya 15'ê Sibatê hat kirin, bi mîlyonan mirov rabûn ser piyan. Gelek jinan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên fedayî lidar xistin. Me çend ji nameyên van jinên fedayî dan hev.

JINEKE KU RONAHIYA ROJÊ DÎT

Nezahat Baraci bi nasnav Şehrîstan, ku li navçeya Cizîr a Şirnexê ji dayik bû, di sala 1991'ê de tevlî nava refên gerîla bû. Gerîşa Şehrîstan Botan di 20'ê Adara 1999'an de bedena xwe da ber agir. Botan beriya çalakiya xwe pêk bîne, nameyek nivîsand û got, "Serokê min, hûn rojek in, ku hewl didin wê binixumînin. Ez jî fedayiyek im, ku ronahiya vê rojê dîtiye û fêhm kiriye nikare jê veqete. Ji ber ku we têkoşîna civakî ya sedsala 21'ê bi xeta Apoyî şênber kirin, rêya rizariya neteweyî careke din nîşanî mirovahiyê da ku ji bilî zincîrên pê hatine girêdan, tiştekî ji dest bidin nîne. Vê yekê mirovahî xist nava liv û tevgerê." Şehrîstan Botan destnîşan dike, ku ew jî dixwaze bi vê çalakiya xwe re, xwe ji hemû zincîran rizgar bike.

GAVA BER BI JIYANEKE BÊ SÎNOR

Gerîla Botan diyar dike, ku weke jinekê ew nikare rewşeke bi vî rengî qebûl bike û li ser armanca çalakiya xwe dibêje: "Em jin, di vê pêvajoyê de taca xwe ya azadiyê datînin ser serê xwe û ti astengiyan nas nakin. Yanî dijmin nikare pêşî li me bigire. Ez dixwazim, yên di hişê xwe de dijîm bi rengekî bê sînor veguherîm çalakiyekê. Ez bi rê dikevim, ji bo bersiva pêwîst bidim dijmin."

ELEFTERAYA YEWNANÎSTANÊ, BÛKA KURDISTANÊ

Dayika du zarokan Elefterya Fortûlakî ya ji bajarê Atîna yê Yewnanîstanê, ku bi çalakiya xwe weke bûka Kurdistanê hat binavkirin, ji bo zextên li Ocalan tên kirin şermezar bike, bedena xwe da ber agir.

ARMANCA YEKANE, BIRATIYA GELAN E

Elefterya ya Yewnan, di nameya xwe de wiha qala armanca çalakiya xwe dike: "Biratiya gelan tiştekî gelekî bedew e. Gelê Kurd jî ji bo biratiya gelan têdikoşe. Gerîlayên Kurdistanê, li dijî îşkenceya ku dewleta Tirk li gelê Kurd dike, şer dikin. Kurd ji bo zimanê xwe yê dayikê, ji bo mafên xwe û jiyaneke însanî têdikoşe. Ji ber vê yekê zarok û extiyarên Kurd tên kuştin. Dewletên li Kurdistanê, bi parçekirina Kurdistanê re Kurdan dikujin."

'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'

Elefterya Fortûlakî herî dawî wiha dibêje: "Ez silavên xwe yên germ di destpêkê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî, Hêzên Parastina Gel, ROJ TV, Dengê Mezopotamya, Koma Berxwedan, Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê re dişînim. Silavan li Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel dikim. Dibêjim; wan bi biryardariya xwe dîroka Kurd û Kurdistanê dilxweş kirin."

Fortûlakî bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" nameya xwe diqedîne û bi gotina, "Azadiya Serok Apo û gelê Kurd azadiya hemû gelên cîhanê ye" çalakiya xwe pêk tîne.

'HER KÊLIYA BÊ ŞER, DERENGKETINA AZADIYA SEROK APO YE'

Çalakgereke din a çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' Zînê Gulîstan e, ku bi gotina "Ji bo xwe bigihînim Serok Apo û welatê aştî û azadiyê Kurdistanê, ez vê çalakiyê lidar dixim" dest bi nameya xwe dike. Gulîstan bi eslê xwe ji navçeya Sûsûz a Erdexanê ye. Di sala 1999'an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Di heman salê de çalakiya xwe pêk tîne û mîna berxwedêrên din ên jin wiha dibêje: "Kurdistanek bê Serok Apo, bê şer û bê serketinê, nabe. Her kêliya bê şer, derengketina azadiya Serok Apo ye. Kurdistaniyên cefakar nikarin bi vê êşê rabin. Ez heta dawiyê pê bawerim, ku bi fedakariya we heta niha nîşan dane, hûn ê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê ruhê min aram e. Ez baş pê dizanim; ev gelê welatparêz ê Kurdistanê wê doza xwe bi ser bixîne. Ji ber ku rizgariya Serok Apo rizgariya Kurdistanê ye. Ez dizanim, wijdanê hemû Kurdên xwedî wijdan, dêşe."

'JINÊN KURD BI RÛMETA XWE VE DILSOZ IN'

Gulîstan bi çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' re, 1999'an weke sala serketina Newrozê û Serok Apo bi nav dike û dibêje: "Bi rêya çalakiyên fedayî, serketin wê di demeke kurt de pêk were. Ez jî bi ruh û cesareta ji Serok Apo û we digirim, vê çalakiya xwe pêk tînim. Bi vê çalakiyê dixwazim tevlî meşa we ya azadî û rizgariyê bibim û ji we re pêşengiyê bikim. Yekane daxwaza min a ji we ew e; xwedî li Serok Apo yê we afirand û welatê me yê cihê bihuştê derkevin. Li ser vê bingehê ez Newrozê li Serok Apo û we pîroz dikim, şerê we yê azadiyê ji dil û bi coş silav dikim." Gulîstan destnîşan dike, ku serketin ji her demê bêhtir nêz e.

Li ser armanca çalakiya xwe jî Gulîstan dibêje, "Jinên Kurd her tim dilsozê rûmeta xwe ne. Serok Apo, ku ev yek di xeta PKK'ê de gihast asta herî esîl, bû hedefa komployeke zexel û hov a navneteweyî. Girîng e ev rewş ji aliyê me jinên Kurd ve baş bê fêhmkrin."

JINA JI AMANOSAN BER BI RONAHIYÊ VE BEZIYA

Fatma Ozen bi nasnav Rojbîn Amanos, di sala 1993'an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê, têkoşîna PKK'ê bû. Amanos, ji bo şermezarkirina zextên li Ocalan dihat kirin, çalakiya fedayî pêk anî. Amanos jî weke çalakgerên beriya xwe, nameyek li dû xwe hişt û di vê nameya ji bo Ocalan nivîsandî de wiha dibêje: "Serokê min, dema vê nameyê dinivîsînim, dixwazim her tiştî hîs bikim û tiştên hîs dikim binivîsînim. Weke jinekê nivîsandina hestên xwe, dibe ku daxwaza herî mezin bû. Û ji ber ku îro vê yekê dikim, gelekî kêfxweş im û bi coş im."

'EZ JI WE HÎN BÛM KU LI BER SÎSTEMA LI ME TÊ FERZKIRIN RABIM'

Amanos, ku di sala 1999'an de çalakiya fedayî pêk anî, bi vî rengî qala armanca xwe dike: "Serokê min, hemû hêzên serdest, telepatiya navbera Rêberî û jinê ji nedîtî bê bin jî, êrîşî vê yekê bikin jî, baş dizanin ku ev nêzîkatî tê çi wateyê. Ji ber ku li dijî sîstema xwe weke xeteriyeke mezin dibînin, hewl didin wê ji holê rakin. Lewma gelên din jî tevlî vê dikin û bi rengekî çavsorî êrîş dikin. Ji ber sîstema me ku xwe dispêre cewhera jinê û em dixwazin li gelemperiya Rojhilata Navîn ava bikin, herêm bi temamî kirine hedef. Gelek bi coş im ku îro vê yekê hinekî din fêhm dikim. Hem weke jinekê, hem jî weke mirovek ji Rojhilata navîn, ez ji we hînî hêza rabûna li ber vê sîstemê bûm. Ez li nêzî we mam û min ji we cesaret girt. Herî zêde berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn bi Rêbertî re heye. Lê belê tevî vê rastiyê jî, neparastin û pêşînegirtina li êrîşên li dijî Rêbertî, tê wateya xerîbbûna ji berjewendiyên xwe. Xwezî hêza min ehbûya ku min nîşanî wan bida ku ev nêzîkatî gelek tiştan bi wan dide windakirin."

Amanos weke milîtaneke PKK'ê û jineke Ereb, dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nîşan dide û di dawiya nameya xwe de dirûşma "Bijî Serok Apo!, Bijî YAJK! û bimirine her şêweyên desthilatdariyê dinivîsîne" û bang li hemû jin û gelan dike, ku bi erka xwe rabin.

MARATONA JINEKÊ YA XWEGIHANDINA ROJÊ

Çalakgerek din Viyan Soran e, ku bi çalakiya xwe ya 1'ê Sibata 2006'an re got, "Ez dixwazim bibim yek ji findên li dora Girava Îmraliyê." Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran, ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye û demeke dirêj li nava refên têkoşîna azadiyê têdikoşe. Soran 15'ê Sibata 1999'an û hemû 15'ê Sibatê piştî wê qebûl nekir û bedena xwe da ber agir.

'ALFABEYA AZADIYÊ HÎNÎ MIN BIKIN'

Viyan Soran di nameya xwe de ji Ocalan re dibêje: "Serokê min; alfabeya azadiyê hînî min bikin. Ji ber ku min di dibistana te de hêza wate, nêrîn û mirovan dît. Komploya navneteweyî ya qirêj a di sala 1998'an de li hundir û derve hat kirin, di navbera te û min de cihêbûnek afirand û ev komplo ket navbera hêviya min û bi hezaran hevalên mîna min dixwaze te bibînin. Piştî dîlgirtinê, ez hê bi xurtî heşiyam û di dilê min de hêza biryar û azadiyê geştir bû."

'EZ NIKARIM XWE LI DÎLGIRTINA WE RABIGIRIM'

Soran destnîşan dike, ku piştî sala 1999'an ev rastî timî di hişê wê de ma ye û wateya sala 1999'an ji bo xwe wiha vedibêje: "Min nedikarî dîlgirtina mirovekî mîna te mezin qebûl bikim. Min digot, ne heq bû li wî mirovî ev bihata kirin. Bêguman, ez ne tenê dewletên sextekar ên cihê xwe di vê komployê de girtine, berpirsyar dibînim. Bi qasî îxaneta dewletên sextekar, durû û xayîn, ez hevrêtiya qels a min û hevalên mîna min, di vê komployê de weke berpirsyar dibînim. Ji ber vê yekê em weke gel û jinên hêviya xwe ya azadiyê ji we dikin, her tim li pêşberî we li ber xwe dikevin."

'WEKE JINEKÊ DIXWAZIM XWEDÎ LI HEWLDAN Û NIRXÊN WE DERKEVIM'

Gerîla Soran li ser armanca çalakiya xwe got, "Ez bi agirê bedena xwe dixwazim mesajê bidim dil û mejiyê bûye qeşa yê şaristaniya civakê. Ji bo derewîn û sextekariya dadgehên mafên mirovan ên cîhana rojava derxînim holê, li pêşberî edaleta dîrokê dixwazim mîna gelek mirovan bibim şahîd. Li dijî bêdengiya mirinê ya li Başûrê Kurdistanê, weke jineke ji başûr dixwazim bibim bersiv ji hewldan û nirxên we re. Gelekî kêfxweş im, ji ber ku ez ê encameke serketî bi dest bixim."

Di dawiya nameya xwe de Soran dibêje, çalakiya wê dema xeta bexwedanê ya Leyla Qasim, Zîlan û Semayan e û wiha nameya xwe diqedîne: "Ez gelekî kêfxweş im ku tevahiya gelê me û jinên Kurd wê vê mesajê, vê çalakiya min bibihîzin. Bimire îxanet, bimire komploya navneteweyî!"