Jinên Kolombiyayî peyam ji jinên li Berxwedana Serdemê re şandin
Jinên li Kolombiyayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji jinên li Efrînê di Berxwedana Serdemê de ne şandin
Jinên li Kolombiyayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji jinên li Efrînê di Berxwedana Serdemê de ne şandin
Jinên li Kolombiyayê peyamek ji jinên li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şandin.
Rêxistinên jinan ên ji Kolombiyayê, yên ji Latîn Amerîkayê bal kişandin ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, zayendîperestiyê, serweriya mêr û sîstema kapîtalîst ku hewl didin civakeke wekhev ji bo her kesî biafirînin.
Di peyamê de hate gotin, "Me dît bê jin bi destên xwe yên xurt çawa li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, çawa neteweperestî-mêtingerî têk birin, bajarên xwe ji nû ve ava kirin, kooperatîf afirandin û komên xebatê û piştevaniyê ava kirin. Têkoşîna jinên Kurd ji me re jî dibe îlham û îro em hê bêhtir nêzî jinên Kurd dibin." Di peyamê de hate destnîşankirin ku ew êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê jî ji nêz ve dişopînin.
Di peyamê de hate bibîrxistin ku Kolombiya jî di nava şer de ye û hate gotin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi piştevanî, karê hevpar û hînbûna têkoşînê heye.
Jinên Kolombiyayî diyar kirin ku qelskirina sîstema bi serweriya mêr rojekê nabe, bi têkoşîna her rojê dibe û gotin, "Dem dema şoreşa jinê ye. Ji bo vê jî di vê em nêrînên xwe bi hev re parve bikin, bi afirînerî tevbigerin, tecrûbeyên xwe berfireh bikin û bikin yek. Ji bo têkoşîneke hevpar pêwîstiya me bi hevkariyeke mayinde û encamgir heye.
Em dixwazin êrîşên li we tên kirin raxin pêş çavan. Em piştgiriyê didin têkoşîna we û divê êrîşên dewleta Tirk ên il ser Efrînê tavilê werin rawestandin. Li dijî vê sîstema bi serweriya mêr, em amade ne rê li ber piştevaniyê vekin."