BI DÎMEN

Jinên ji Başûr: Em ê têkoşîna Sakîneyan mezin bikin

Jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê di sala 2013'an de hatin kuştin banta mezinkirina têkoşînê kirin.

Jin ji ANF'ê re peyivîn û gotin, "Kuştina hevalên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji bo têkoşîna jina Kurd windahiyeke mezin bû. Bi rêya vê komkujiyê xwestin hêviya azadiyê ya jinan têk bibin."

Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Hêvî şaxê Kerkûkê Sirûd Mihemed got, "Jinên Kurd îro ji têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê re pêşengiyê dikin. Bala her kesî l ser têkoşîna jinên Kurd e. Lewma kuştina van hevalên me yên jin, êrîşa li dijî têkoşîna jinê ya cîhanê ye. Di şexsê wan de xwestin hêviya jinan bişikînin. Lê belê divê her kes bi vê baş zanibe, kuştina van şoreşgeran kir ku jinên Kurd hê bêhtir li dora têkoşîna xwe li hev bicivin."

'EM SOZ DIDIN'

Endama Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê Reyhan Hamîd da xuyakirin, ku eger li welatekî mîna Fransayê yê qada demokrasî û azadiyê dike tedbîr bihata girtin, wê MÎT a Tirk nekarîbûya komkujiyeke wiha bikira. Hamîd destnîşan kir, berpirsyariya Fransayê ye ku vê komkujiyê ronî bike.

Hamîd got, "Em ê li ser şopa van hevrêyan têkoşînê mezin bikin. Em soza vê bi zelalî didin. Divê jin hemû ji bo bîranîna van hevalan li her derê têkoşînê xurt bikin."