Jinên HDP’yî û Partiya Çepên Kesk: Em ji bo têkbirina rejîma yekzilamî tên

Meclîsa Jinan a HDP'ê û Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku, ew ê di hilbijartinên Serokkomariyê yên 28'ê Gulanê de ji bo têk irina "rejîma yek zilamî" bên û bang li hemû jinan kirin ku ji bo avakirina jiyaneke nû bikevin nava liv û tevgerê.

Meclîsa Jinan a HDP’ê û Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Me qonaxa yekem a hilbijartina Serokkomariyê ya 14’ê Gulanê li pey xwe hişt. Weke Partiya Çepên Kesk di Hilbijartinên Meclîsê de me heqê nûnertiya jin a xurt ketina meclîsê bi dest xist. Li gorî daneyên ne fermî; her çend me encamên ku dixwestin bi dest nexist jî, bi 29 parlamenterên jin re bi giştî 61 parlamenteran em bûn yekemîn partiya ku li Meclîsê ji sedî 50 temsîliyeta wekhev bi dest xist.

Di hilbijartinên ku bi îdîaya 'Em ê bi jinan re biguherînin' ketin nava tevgerê, em careke din bi hevgirtina jinan a li hemberî tifaqa serdest a mêr bi ser ketin.

Lê belê; karê ku me nîvco hiştiye heye! Tevî hemû zext, girtin, gefxwarin û artêşa trolê, tifaqa mêtînger a ku nikare berxwedana jinê biçewsîne, li pêş me ye. Tifaqa mêtînger a ku di sozên xwe yên hilbijartinê de dibêje “jinên bi tena serê xwe dijîn divê lê bên xwedî derketin’, jinan di malê de digire, û ji qada giştî dûr dixe, dixwaze welat bi rê ve bibe.

Weke jin, me dijminê jinan ji bîr nekir!

- Me avahîyên tarî yên dijmin ên li dijî jinan ya salên 90’î ji bîr nekir!

- Me Konca Kurîş a ji ber mîna wan nefikirî hate qetilkirin ji bîr nekir!’

- Me ew dijminê ku di otobusên hilbijartinê de siya namzeta jin nîşan dan, ji bîr nekir!

- Me jinên ku di serdema desthilatdariya wî ya 21 salan de di encama tundiya mêr-dewletê de hatin qetilkirin ji bîr nekir!

- Me Peymana Stenbolê ku bi îmzeya yekzilamî hat rakirin ji bîr nekir!

- Me ewên ku li ser bawerî, laş, cil û berg û daxwazên me polîtîkayê cudakariyê dikin ji bîr nekirine!

- Bi rejîma qeyûm re bi sedan saziyên jinan hatin girtin û îradeya bi milyonan jinan hate desteserkirin me ev yek ji bîr nekir!

- Yên ku bi partiyên dijminê jinê re tifaq kirin û li ser destkeftiyên me bazarî kirin, me ji bîr nekir!

Erê, weke jin me di 14’ê Gulanê de faşîzm rawestand; Niha dema têkbirina wê ye!

Bi dengê jinan, ber bi guhertinê;

Bi dengê jinan ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê li dijî rejîma yekzilamî;

Bi dengê jinan em ê destkeftiyên xwe yên ku hatine desteserkirin paşve bigirin;

Bi dengê jinan di rêya 3’yemîn de bi hev re ji bo avakirina Komara Demokratîk;

Bi dengê jinan em ê ji xizanî û bêkariyê re bêjin êdî bes e;

Dengê jinan ne ji bo edaleta mêr e, ji bo edaleta rastîn e;

Dengê jinan ji bo têkoşîna li dijî kesên ku Peymana Stenbolê û 6284’an dikin hedef;

Cihê bêhêviyê tune ye, em bi ser ketin, em ê dîsa bi ser bikevin! Em jin bi cudahiyên xwe li vir in.

Banga me li hemû jinan e; werin em hemû bi hev re ji nû ve jiyanê ava bikin û di 28’ê Gulanê de rejîma yekzilamî têk bibin û ji bo guhertinê ronahiyekê vêxin! Werin em hevrêyên xwe, dostên xwe, hemû xizmên xwe û hemû jinan bînin ser sindoqan! Em tenê neçin ser sindoqan, em xwedî li dengên xwe jî derkevin. Werin em careke din hêza jinê nîşanî dijmin bidin!”