Jinên HDP'yî: AKP rê li ber îstîsmar û kuştina zarokan vedike

Meclîsa Jinan a HDP’ê got, "Polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya li jin û zarokan, Leyla û Eylul dan kuştin.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, "Ji bo ku rejîma AKP-Qesrê tu tevdîrên parastina mafên zarokan pêk neanîne, bihêlin pêşîlêgirtina windabûna zarokan, êdî pêşî li revandin û kuştina wan jî nayê girtin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, di nava 8 salên dawî de bûyerên windabûna zarokan ji 100 hezarî derbas bûne û tenê di navbera salên 2008-2016’an de ji gelheya 16 welatan zêdetir zarok winda bûne.”

'POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ RÊ LI BER VÊ VEDIKIN'

Di daxuyaniyê de berpirsyarê van bûyeran, polîtîkayên hikumetê hat diyarkirin û wiha hat gotin: "Em vê baş dizanin ku; yek ji sedema herî girîng a zarokan bi vê rewşê re rûbirû dihêle, ji perwerdeya paşverû ya li ser civakê didin ferzkirin heta kêmbûna cezayê kesên li ser zarokan îstîsmar dike ye. Ev rewşa ku tê jiyîn rewşên awarteyî nîn in, berovajiyê wê encama hewldanên AKP’ê yên ku dixwaze nifşeke dijminê jinê, zayendîperest biafirîne ye.

Tundiya zayendî takekesî nîn e, divê weke bûyereke civakî bê destgirtin. Cezayê ‘xesandinê’, ne çareseriyeke mayînde ye. Ev rêbaz vê nexweşiya civakî dadixe asta kesan û li se kesan nîqaş tên meşandin lewre nabe çareserî; berovajî dibe sedem ku zayendîperestiya civakî bibe nexweşiyeke timî. Lewre AKP, nikare sûcê xwe yê ku ev 16 sal in bi ferzkirina van polîtîkayan dijminatiya jin û zarokan dimeşîne, bincil bike ku rê li ber aqûbeta Leyla û Eylulê vekiriye. Tenê di heyama Rewşa Awarte de 54 saziyên jinan û saziyeke ji bo mafên zarokan xebat dimeşand, hatine girtin. Ev jî encama polîtîkayên AKP’ê ne.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Meclîsa jinan a HDP’ê, wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Di serî de Peymana Parastina Mafê Zarokan, Peymana Konseya Ewropayê ya Li Hemberî Îstîsmara Zayendî û Mêjokeriya Zarokan û Peymana Îstanbûlê ku Tirkiye hevpeymanerekî wê ye û ev peyman mohr kirine, divê li gorî wê wezareteke parastina mafê zarokan bê sazkirin; bi Rewşa Awarte re saziyên jin û zarokan ên hatî girtin, nûner û berdevkên van saziyan bên ligel hev nêrîn û pêşniyariyê me bên girtin, bi tevlîbûna hevpar a hemû partiyan komîsyoneke timî ya mafê zarokan demildest bê avakirin.

Em weke Meclîsa Jinan a HDP’ê, dibêjin ku divê tundî û îstîsmara li ser zarokan weke mijareke ser partiyan re bê destgirtin û ji bo peydakirina çareseriyeke ku hemû beşên civak bê tevlîkirin, xebat bên meşandin.”