Jinên HDK’yî: “Em enternasyonalîzma jinan bidin destpêkirin”

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Koçyîgît got, “Êdî dem hatiye ku em enternasyonalîzma jinan bidin destpêkirin.”

8'emîn Konferansa MeclÎsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li salona Tum Bel-Senê dest pê kir. Li salonê dirûşmên "Hevgirtin Jinê Dide Jiyîn" û "Ji Faşîzmê re Inad Bijî Jiyan" bi 6 zimanan hat nivîsîn. Di konferansê de hevgirtiyên HDP, Hevseroka Giştî ya SYKP, Tulay Hatîmoglulari, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî, Berdevka Meclîsa Jinên HDP'ê Besîme Konca, wekîlên HDP'ê Feleknas Ûca, Meral Daniş Beştaş, Dîrayet Taşdemîr, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevberdevka HDK'e Gulîstan Koçyîgît û gelek saziyên sivîl amade bûn.

 ‘DIXWAZIN BI KRÎZ Û ŞER DERBAS BIKIN’

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî û li vir destnîşan kir ku pergal bi şer li ser piyan dimîne û wiha axivî: "Îro ji bo krîzê derbas bikin, rêbazên ku bi pêş dixin, heta radeyekê hat. Gelan, malbatan, eşîran, qebîleyan û her tiştî parçe dikin û 3'yemîn şerê cîhanê li ser civakê ferz dikin. Ji ber ku li vir dewlemendî hene û şer derdixin van çavkaniyan bi tevahî dibin welatên xwe."

‘JINÊN SÛRIYEYÊ LI TIRKIYEYÊ TÊN QETILKIRIN’

Koçyîgît bal kişand ser Bihara Ereban û got ku li dijî van şoreşên, şoreşên dijberê derketin û wiha pê de çû: "Pêşengiya van şoreşan jinan kir, lê bi şoreşa dijber re herî zêde jin hedef hatin girtin. Jinên li Sûriyeyê ji tecawiz, şer û kuştinê revîn, li Tirkiyeyê bi tecawiz, kuştin û tacîzê re rû bi rû man."

‘LI KURDISTANÊ HATE DESTPÊKIRIN, BANDORA XWE LI SER TIRKIYEYÊ JÎ KIR’

Koçyîgît pêkanînên AKP'ê yên li ser civakê jî bi van gotinan şîrove kir: "Ji sala 1870'yan heta niha destkeftiyên me bi kedek mezin afirandin, dixwazin desteser bikin. Qanûna kurtajê anîn. Em ê çawa cilan li xwe bikin, wê dêreyên me çawa be, dema em du canî bin em ê derkevin derve an na, xwestin der barê her tiştî de ew biryarê bidin. Me wekî jin li her derî li dijî vê li ber xwe da. Li Tirkiyeyê 40 sal e şer dewam dike, ji ber ku Kurdan xwest bi her kesî re bijîn, şer kûr kirin. Şerê piştî 7'ê Hezîranê dest pê kir, destpêkê li dijî jinan meşandin. Di şexsê Ekîn Wan de, xwestin li ser bedena jinê şer bimeşînin."

Koçyîgît, da zanîn ku ev şer û polîtîkayên zayendperest di kesayeta Dayîka Taybet de berdewam dikin û  wiha bilêv kir: “Bi destên tevgerên tîmên taybet û polîsan şerê li dijî Kurdan bi rê ve dibin, di kesayeta jinên Kurd de hat dîtin ku li dijî jinan çawan bi rê ve dibin. Ev şer li metropolên Tirkiyeyê jî bi heman awayî tê meşandin û kuştina Dîlek Dogan jî mîna vê ya berbiçav e.”

‘QURBANÊN PÊŞÎN JIN E!’

Koçyîgît, bal kişand ser krîza aboriyê û wiha domand: “Di krîza aborî de jin mîna qûrban hatin hilbijartin û piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi ‘Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Huqmê Qanûnan de re li dijî jinan şer hat îlan kirin. Bi sedan jin ji kar hatin avêtin û bêkar hatin hiştin. Çalakiyên jinan ên berxwedêr hatin qedexekirin. Qeyûm tayînî şaredariyên vîna gelê Kurd kirin û saziyên jinan girtin. Tekane ajansa jinan JINHA girtin. Ji ber ku ji jinan ditirsin ev yek kirin.” 

‘EM Ê AZADÎ Û HEYECANEKE NÛ BÎNIN'

Koçyîgît, destnîşan kir ku li dijî jinan qanûn nû derdixin û wiha rêz kir: “Em jin wê kengî bizewicin, berdin û çawan bijîn bêguman ji dewlet û AKP’ê napirsin. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya azadiyê bi rê ve bibin. Bila ji me bitirsin. Em ê bi serîrakirinên xwe, bi kelecana xwe, azadî û kelecanek pir cuda bînin vê welatî. Em ê xwe birêxistin bikin û mezin bibin.”

PEYAMA ‘ENTERNASYONALÎZMA JINÊ’

Koçyîgît, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li dijî faşîzmê em neçar in ku têkoşîna berxwedana jinê bihûnin. Êdî serdema destpêkirina pêvajoyeke nû hatiye. Li ku dera cîhanê heya jinek tenê jî rastiyê tundiyê were em ne azad in. Ji ber vê yekê êdî dema avabûna enternasyonalîzma jinê hatiye û derbas bûye. Êdî dema têkoşîna qanûna bingehîn a azadiya jinê hatiye. Em ê AKP’ê ji birûxînin, ji DYA û dadgehên wan re nahêlin.”