Yekîtiya Komîteyên Jinan ên Filistînê ji bo bernameya Beyannameya Hilbijartinê ya Meclîsa Jinê ya Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şand.
Li ser navê Yekîtiya Komîteyên Jinan a Filistînê, Abîre Ebû Huder dîmenek şand û wiha got: “Ji Filistana dagirkirî û ji peytexta bêdawî Qudsê; em hêviyên xwe yên piştevaniyê ji bo hevrêyên xwe yên jin û mêr ên Partiya Çep a Kesk dişînin ku rastî her cureyên zexta rejîma paşverû tên. Di heman demê de em têkoşîna Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî hêzên faşîst û zextker jî pîroz dikin û piştevaniya xwe ya bi wan re dîsa dubare dikin. Dost û hevrêyên me yên hêja; we têkoşîna xwe ya biisrar a ji bo azadî û edaleta civakî nîşan da. Em hem ji bo konferansa we û hem jî ji bo hilbijartinê bo we serketinê dixwazin.”