‘Jinên Filistinê jî di têkoşîna xwe de wek Dayikên Aştiyê zelalin’
‘Jinên Filistinê jî di têkoşîna xwe de wek Dayikên Aştiyê zelalin’
‘Jinên Filistinê jî di têkoşîna xwe de wek Dayikên Aştiyê zelalin’
Hîndekara Zanîngeha Eyaleta San Francîsco Rabab Îbrahîm Abdulhadî diyar kir jin di her qadê de aktîfe û got têkoşîna jinên kurd û fîlîstinê dişibin hev. Abdulhadî da zanîn ku jinên Filistinê jî wek jinên kurd dizanin ji bo çi têdikoşin, di zanin zarokên wan bo çi di girtîgehan de ne û çima şehîd ketine.
Abdullhadî di mijara nîjad, etnîk û berxwdanê de xebatan dimeşîne. Di Hewldana Dîaspora û Civakên Musliman û Ereb de (AMED) xebat meşandiye û gelek xebatên wê yên li ser zayend, zayenda civakî, netewperestî û netewî, civaknasiya siyasetê û tevgerên civakê hene. Gelek pirtûkên wê hene û di 2012’an de Abdulhadî Xelata Pirtûka Amerîka Ereb ya Netewî qezenc kir. Abdullahdî tevli 1’emîn konferansa jinan a Rojhilata Navîn ya Amedê bû. Abdulhadî pirsên ANF’ê bersivand.
Abdulhadî destnîşan kir ku jin di her qada jiyan û têkoşînê de aktîf cih digire û got li Filistinê ji bere ku jinan jî di têkoşînê de cih girt, rewşa wan pir pêşve çûye.
Abdulhadî got li Filistinê jinan di warê hiqûqê de gelek maf qezenc kirine û wiha got: “Mînak me ji bo jinek dema ku zaroka xwe bîne dinê û bavê wî tunebe, têkoşîn da ku nasnameya ya netewî bidê. Me ev jî qezenc kir. Di heman demê de hejmara me jinan a di meclisê de jî bi qasî hejmar ajinên di kongreya Amerîkayê de ye.”
JINÊN FILISTINÊ JÎ WEK JINÊN KURD DAXWAZA WAN DIYARE
Abdulhadî balkişand ser şibandina jinên kurd û Filistinê û got: “Dema mirov li vê herêmê li rewşa jinê dinêrin, di warê hêzê de belavkirinek ne wekhev heye. Lê li Kurdistanê tevgera jinê bi awayekî cidî pêş ketiye. Jinan lig elek qadan xwe pêş xistine. Jinên kurd her tişt baş analîz kirine. Dizanin zarokên wan çima di girtîgehan de, çima şehîd ketine, di ferqa van de ne. Jinên Filistinê jî bi dayikên Aştiyê re heman tiştî dibêjin. Di têkoşîna xwe de wek dayikê aştiyê zelalin.Têkoşîna civakî û têkoşîna jinan ji hev ne cudane. Ez têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna azadiyê cuda nabînim.”
Abdulhadî balkişand ser konferansa jinan a Rojhilata Navîn û got: “Ev konferans û civînên bi vî rengî, ji bo jinan dibe derfet ku dengê xwe bilind bikin.Jin li cihên ku mêr hene her tim bê deng dimînin. Mêr dibêjin hun bisekinin ev cihê meye, em diaxivin.”
DIVÊ TÊKILÎ BI FEMÎNÎSTÊN FILISTINÊ RE BÊ PÊŞKETIN
Rabab İbrahim Abdulhadi çavderiya femînîzmê ya li Filistinê jî nirxand û got: “Li Filistinê dema em behsa femînîzmê dikin; dayikê me dibêjin em ne feminîstin, dibêjin em ji mêran nefret nakin. Du sedemê vê hene. Ya yekemîn îtîbareke xerab ya femînîzmê heye. Ji berk u femînîstan têkiliya wan bi mirovên herêmî re qut dikin. Zimanê wan ne li gorî yên herêmî ne. Femînîst wisa difikirin ku yên herêmî bê hişmendin. Lê berovajî vê welatî bi hişmendin.
RÊXISTINÊN ÎSLAMÎ HEMÛ NE YEK IN
Abdulhadî balkişand ser bandora siyaseta Îslamî û diyar kir ku siyaseta Îslamî li cihên cuda û bi awayên cuda pêşve çûne û got: “Rêxistinên siyasî hemû ne yekin. Divê mirov heman nêzîkatiyê nîşanê hemûyan nedin. Ger bi heman awayî nêzîk bibî dijminahiya li dij îslamê çêdibe.”