Jinên Elmanyayê nameya Efrînê ji Merkel re şandin

Li Elmanya gelek saziyên jinan hatin cem hev û bi navê ‘ji bo Efrînê aştî’ kampanya dan destpêkirin.

Komeke jinên zanyar ku di nav de destekvanên kapmanyayê jî hebûn ji Serokwezîra Elman Merkel re name şandin û xwestin ku ji bo Efrînê tevbigerin.

Sazî û dezgehên jinan li Russelsheîm a Elmanya hatin cem hev û bi navê ‘ji bo Efrînê aştî’ kampanya dane destpêkirin. Kampanya ku jinên zanyar ên Elman, hunermend jî di nav de hene, gelek saziyên ku ji bo gelan têdikoşin destek dane kampanyayê û ji bo ku li Efrînê şer bi dawî bibe û aştî çêbibe wê têbikoşin.

Pêkhateyên kampanyayê bi taybetî ji bo ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi dawî bibe, hedef dikin ku têkoşîn bi rengekî çalak were organîzekirin, îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi navê ‘’WomenRîseupforAfrîn wê kampanyayeke navnetewî bidin destpêkirin. Di nav pêkhateyên kampanyayê de ev sazî hene:

Civaka Jinan a Bîstum Trîer Katolîk a Elman (KFD), Tevgera Femînîst a Navnetewî ya Elman (MME), Komeleya Ji bo Aştiyê ya Hessenê, Yekîtiya Jinên Azad a Rojava (WJAR), Meclîsa Banê Jinên Êzîdî (SMJÊ), Bûroya Jina Kurd a Aştiyê (Cenî e. V), Civaka Xebata Alîkariya Lezgîn a ji bo Jinan Rhenînlad-Pfalz, Yekîtiya Jinan Rheînland-Pflaz.

 ‘DIVÊ HIKÛMETA ELMAN TEVBIGERE’

Pêkhate û destekvanên kampanyayê ji bo ku şer û komkujiya li Efrînê bi dawî bibe name şandin ji hikûmeta federal re ya bi seroktiya Angela Merkel. Di nameyê de geşenên dawî yên li Rojayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hatie destnîşankirin û xebatên ji bo jinan ên rêveberiya demokratîk hate vegotin.

Di nameyê de hate gotin akademî, navenda aghdarkirinê û Navenda Lêkolîna Jîneolojiyên li Efrînê û Cezîrê hatin destnîşankirin û di nameyê de ev bang hate kirin:

 ‘’Êrîşa li ser Efrînê ne tenê binpêkirina hiqûqa navnetewi ye, lê her wiha bi wê hewldanê ye ku armanc dike jiyana hevpar ku gelek derdorên cuda, çandên cuda bi hev re pêk anîne, ji holê rake. Em dixwazin diyar bikin ku ti saziya jinê wê çavê xwe jê re negire ku ev geşedana binirx a li herêmê were tinekirin.

Em bang li hikûmeta Elman dikin ku ti cure çekan nede Tirkiyê. Li herêmê talokeya komkujiyê heye, hikûmeta Elman ji bo ku êrîş di cih de bi dawî bibin, di serî de YE û NY divê dewletên dî û civaka navtewî tevbigere.’’

Ji bilî destekvanên kampanyaya ‘Ji bo Efrînê’ ev sazî û van kesan jî îmze xwe danîne:

Aştiya Jinê ya Cîhanê (PWAG), Bûroya Agahdarkirinê ya Nîcaragûya, Prof. Dr. Enacarnacion Gutîerrz Rodrîguze, Dr. Chrîstîne M. Klapeer, Ass. Prf. Nazan Ustundag, Dr. Mecthîld Exo, Dr. Îlîna Fach, Wîeke Lass, Waltraûd Bîschoff, Bele Graû, Ferdos Dînî, Ramona Juretzka, WJAR, MMF, SMJÊ, Komeleya Jinan a Aştiyê ya Hessenê, Bûroya  Jinên Kurd (Cenî e. V).