Jinên Efrîn û Şehbayê li dijî tundiyê meşiyan

Jinên Efrîn û Şehbayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê meşiyan.

Bi hezaran kes ji gelê Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, jiyan, azadî” li navçeya Ehdas a herêma Şehba meşiyan.

Meş ji despêka navçeya Ehdas bi berzkirina dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî, na ji kuştina jinê re” û bi hildana alên Kongra Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û heta dibistana navçeya Ehdas dewam kir.

Li pêşiya dibistanê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan, axaftin hatin kirin. Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sureye Mustafa û Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de, şehîd hatin bîranîn û tundiya li ser jinê hate şermezarkirin.