Jinên Dersimê 25’ê Mijdarê wê li Meydana Seyîd Riza werin cem hev

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî jinên Dersimê 25’ê Mijdarê li Meydana Seyîd Riza werin cem hev. .

Hevseroka Bajêr a Dersimê ya HDP’ê Nurşat Yeşîl ji bo 25’ê Mijdarê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî bang li jinan kir ku îro 25’ê Mijdarê li Meydana Seyîd Riza saet 12:30’an werin cem hev.

 Hevseroka Bajêr a Dersimê ya HDP’ê Nurşat Yeşîl li ser navê Platforma Jinan a Dersimê bang kir û got, ‘’Di tevahiya dîrokê de jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê didin, bûne hedefa desthilatên hişmendiya nêr. Jin li gel ku bûne hedefa her cure tundiyê jî dev ji têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê neqeriyane û berevajî her roja ku çûyî têkoşîna xwe geştir kirine.’’

Yeşîl diyar kir qirkirina li ser jinan didome û got, ‘’Em Platforma Jinan a Dersimê, ji bo ku pêşî li kuştina jinan bigrin, dawî li tacîz, tecawizê û kêmkirina neheq a cezayê bînin, ji bo ku em ji polîtîkayên bi dijminatiya jinan a AKP’ê bînin, ji bo ku em li dijî xebata bi koletî ya ne qeydkirî, ne xwedî ewlehiyê bibêjin êdî bes e, ji bo ku em bibêjin keda me, bedena me, nasnameya ya me ye û li dijî yên ku dixwazin heq û jiyana me ji dest me bistînin têkoînê geş bikin em ê li qadan bin .Em bang li hemû jinên Dersimê dikin ku 25’ê Mijdarê li qadan bin.’’