Jinên ciwan li kampa Jineolojiyê hatin cem hev

Kampa jinên ciwan a ku her sal jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê li hev kom dike, îsal bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hate lidarxistin.

Di meha Tîrmehê de ji bo bîranîna “Şehîd Zenda Ekîn” kampa jinên ciwan hate organîzekirin.

Jinên ciwan ên ji çar aliyê Ewropayê li ser girîngiya welatparêzî û hevrêtiyê li ser zanista jinê, dîroka tevgera jinên Kurd û şerê taybet nîqaş kirin.

Li kampê destdirêjiya pergalên heyî ya li jinan hate nirxandin û bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer de hat gotin, "Ji bo parastina Kurdistanê divê em bi mînaka Şehîd Zenda Ekîn û şopandina hêza wê ya têkoşînê çi ji destên me tê bikin. Divê jinên ciwan wêrekiya xwe bibînin û li dijî pergala desthilatdar a baviksalarî û kapîtalîzmê bisekinin. Divê em xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin û baweriyên jinên ciwan ên beriya me fedekarî kirine fêm bikin. Xwe perwerdekirin erka her jineke ciwan e. Afirandina civakeke azad û demokratîk girêdayî hezkirin û vîna gelan e."