Jinên ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda girankirî meşek hate lidarxistin.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Aştî dewam kir. Li vir li ser navê jinên ciwan Firyal Temî daxuyanî da.

Temî bal kişand ser erk û berpirsyariyên ciwanan û got ku erkê ciwanan azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Temî anî ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad nebe ew ê li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.