Jinên Ciwan ên Şoreşger: Em ê di her şert û zirûfî de li ber xwe bidin!

DGK, diyar kir ku wê girêdayî bîranînên siyasetmedarên jin ên Kurd bimînin û got, “Em bang li tevahî jinên ciwan dikin, li her qadê li dijî sîstema zilamserwer têbikoşin. Yekane rêya jiyana me, berxwedan, berxwedan, berxwedan e.”

Jinên Ciwan ên Şoreşger (Devrîmcî Genç Kadinlar –DGK) bi boneya salvegera qetilkirina jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê îro daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xeta wan a berxwedanê diyar kirine, ji bo wan jî bûye sedema herî mezin a şer.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dîsa  Şehîd Fatma Ûyar, Şehîd Sevê Demîr, Şehîd Pakîze Nayir ku meşaleya azadiyê ji Şehîd Sarayan dewir girtine û pêşengî ji pêvajoyên xwerêveberiyê re kirine, bûne hedefa çeteyên AKP’ê yên nûnertiya zîhniyeta zilamserwer a qetlîamker dikin. Wek Jinên Ciwan ên Şoreşger, em Sarayan, Sêvêyan ku tevkariyên mezin bi têkoşîna me ya azadiya jinê re kirin, bi minet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê girêdayî bîranînên wan bimînin, wek Jinên Ciwan ên Şoreşger, sedema damezirandina xwe li ser esasê tolhildanê datînin.”

‘EM Ê NEBIN WEKE KU SÎSTEM DIXWAZE’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Divê hikûmeta AKP’ê û hevkarên wê baş bizanin ku, Sara, Ronahî, Rojbîn, Sêvê, Fatma, Pakîze bi qetlîaman neqediyan û wê neqedin jî. Li ser vî esasî em banga têkoşîna li dijî sîstema zilamserwer li tevahî jinên ciwan dikin. Em ê ti carî nebin weke ku sîstem dixwaze, em ê bêdeng nebin, qîr bikin; li malê rûnenên, li kolanan têbikoşin; em ê destdirêjî û destavêtinan navên hundirê xwe, em ê ceza bikin ; her tim di her şert û mercî de li ber xwe bidin.  Yekane rêya jiyana me, berxwedan, berxwedan, berxwedan e.”