Jinên ciwan ên HDP'yî li konferansê hatin cem hev

Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, bi dirûşma ''Jiyan azad bi jinê ye'' konferansa xwe kir. Li konferansê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê hate slavkirin.

Konferansa  Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, li avahiya HDP'ê ya Amedê dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, diyar kir ku îro bi saya raman û felsefeya Ocalan bûne xwedî vîn û parlamenter û tecrîda li ser Ocalan li ser hemû jin û ciwanan e. Dag, anî ziman ku wê li dijî tecrîdê bi hêza jinê û coşa ciwanan li ber xwe bidin.
 
Konferansa Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi tevlêbûna sedan endamên ciwan li salona Vedat Aydin a Konferansê ya avahiya HDP'ê ya Amedê dest pê kir. Konferans, bi rêzgirtinê û hilbijartina diwanê dest pê kir. Di civinê de dayikên aştiyê û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag derketin ser dikê û ciwan silav kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, diyar kir ku îro bi saya raman û felsefeya Ocalan bûne xwedî vîn û parlamenter û tecrîda li ser Ocalan li ser hemû jin, ciwan, gelê Kurd û Tirkiye ye û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser jinan, li ser ciwanan û li ser hemû gelê Kurd e. Ger îro em karibin bibin siyasetmedar û parlamenter em bi xêra felsefeya Birêz Ocalan hatine vir. Ger ku em bûbin xwedî vîn û hişyar bûbûn bi xêra Birêz Ocalan em hatine vir.  Heta ku em rêberê xwe azad bikin em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Em dê bi ruhê ciwan li ber xwe bidin. Ev civina me ya  îro li vir pir girîng in. Em dê bi hêza jinê û coşa ciwan berxwedana xwe berdewam bikin." Piştî axaftina Dersim Dag ciwanan bê navber dirûşmeyên "Leyla Guven Rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Zindanan" berz kirin.
 
Konferans bi axaftinan berdewam dike.