Jinên Belûcistanê daxwaza azadiya Werîşe Mûradî kirin
Tevgera Jinên Belucistanê ji bo Werîşe Mûradî ya di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin banga azadiyê kir.
Tevgera Jinên Belucistanê ji bo Werîşe Mûradî ya di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin banga azadiyê kir.
Di 1’ê Tebaxê de endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû revandin. Ji wê rojê ve agahî ji Werîşe Mûradî nayê girtin. Tevgera Jinên Belûcistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.
Tevgera Jinên Belûcistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku weke beşek ji tevgera azadîxwazên gelê Belûcistanê, erkê wan ê têkoşîna dijî zordarî û çewisandinê ye û wiha hate gotin; "Di heman demê de em dilsoz û piştevanên xwişkên Kurd, çalakvanên mafên jinan, hemû kesên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşînin. Em revandina endama KJAR’ê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şeremzar dikin.
Hat zanîn ku di dema revandinê de êşkence û helwestek xirab li beramberî Werîşe Mûradî hatiye kirin, ev cihê nerazîbûnê ye. Em banga azadkirina çalakvana Kurd dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadiya endama KJAR’ê bikevin nava hewldanan."