BI DÎMEN

Jinên Başûrê Kurdistanê li Qendîlê komplo şermezar kir

Jinên Başûrê Kurdistanê li Şehîdgeha Mehemt Karasungur a Qendîlê hatibû bomberdûmankirin, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. Jinan peyama, azadiya Ocalan û yekîtiya netewî dan.

 

 

Jinên Başûrê Kurdistanê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin li Çiyayê Qendîl bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Jinên ku daxwaza azadiya Oclaan kirin, bang li hêzên siyasî kir ku Kongreya Neteweyî li dar bixin.

Jinên Başûrê Kurdistanê k u Tevgera Jinên Azad a Kurdistan (RJAK), nûnerên Kogra Star a Başûrê Kurdisanê, nûnerên Kantonên Rojava, aktivîstên jinên Rojhilatê Kurdisanê, YNK, Goran, Enstîtûya Pêşxistina Demokrasiyê û gelek aktivîstên jin, nivîskaran jî cihê xwe di nav de ji aliyê endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan û komek gerîlayên jin ve hatin pêşwazîkirin.

Jinan li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a Qendîlê ku duh ji aliyê balafirên şer ên artêşa faşît a Tirk ve hate bomberdûmankirin peyamên xwe dan. Piştî deqeye rêzgirtina ji bo cangoriyên Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û şûnde, Seroka Ensîtuya Pêşxistina Demokrasiyê Aştî Abdullah daxuyanî da.

 ‘BERXWEDANA JINÊN KURD BI HEYRANÎ TÊ TEMAŞEKIRIN’

Di daxuyaniyê de, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan û êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk û duh li dijî Şehîdgeha Mehmet Karasungur hate lidarxistin hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser polîtîkayên êrîşên hêzên mîna Tirk, Ereb, Faris ên li dijî gelê Kurd û gelê Kurd bi sedê salane li dijî van hêzên faşîst û hegomon di nava berxwedanê de ne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadî û statûyê hê jî didomîne û wiha hate gotin: “Gelê Kurd têkoşîna xwe ya li Rojava, Başûrê Kurdisan ya li dijî DAÎŞ’ê dewam dike. Ev têkoşîn di pêşengtiya jinên Kurd de hate destpêkirin û jinên Kurd di nava têkoşînekî bê hempade ne, îro ev têkoşîn li hemû cîhanê bi heyranî tê temaşekirin.

BANG LI ÇAR PARÇREYÊN KURDISTANÊ HATE KIRIN

Jinan diyar kirin ku felsefe û xeta têkoşînê ya Ocalan ji bo xwe esas digre û divê hemû jinên Kurd bi têkoşîn û felsefeya jiyanê li dijî êrîşên DAIŞ’ê û hêzên hegemon û hêzên mîna Tirk, Ereb û Farisan û êrîşên nîşatperest û zayendî têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha di dewam daxuyaniyê de bal kişande ser êrîşên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, hat diyarkirin ku vîna gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xespkirin, piştre jî parlemeter, hevşaredar, nûnerên tevgera jina û bi hezaran kes hatin girtin.

Jinan ji bo statuya gelê Kurd û azadî pêk were û ji bo lidarxistina Kongreya Netewî bang li hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê hate kirin.

BESÊ: HETA AZADİYÊ TEKOŞÎN BIKIN!

Piştre Endama KJK’ê Besê Erzincan axivî. Erzincan di destpêka axaftina xwe de spasiya Jinên Başûrê Kurdistanê kir û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şehîdgeha Mehmet Karasungur şermezar kir. Di berdewamiya axaftina xwe de Erzincan wiha got; "Em hatina we gelek bi wate dibînin. Bi taybet hatina we ya vir û şermezar kirina Komploya li ser Rêber Apo û daxwaza azadiya Ocalan, em bi wate û giring dibînin. Rêber Abdullah Ocalan bi felsefe û jiyana xwe bû pêşengê jinên Kurd. Êrîşa dewleta Tirk ya dijî şehîdgehan em şermezar dikîn. Çawe ku li dijî avakirina Kurdistanê Tirk,Ereb û Faris xwe bikîn yek jî, Kurdistan jî yeke û parçeyeke. Em jî dijî van hêzên dagirkeriyê, ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiyê emê têbikoşîn."

Erzincan herî dawî balkişand ser rolê Jinên Kurd ya ji bo pêkanîna yeketiya netewî û wiha got; "Ger wek jinên Kurd em yekitiya xwe çêbikin, em dikarin pêşengiyê ji hemû cîhanê re bikîn. Em dikarin hêj gavên meztir bavêjîn."

Jinên Başûrê Kurdistanê piştre Şehîdgeha Mehmet Karasungur geriyan û pirtûka ku li şehîdgehê bû hest û nêrînên xwe nivîsandin.