Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê eşkere kirin

Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kirin û diyar kirin, ku çalakiyên wan ên îsal wê di çarçoveya hesabxwestina ji dagirker û qirkeran pêk werin.

Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî amadekariyek mezin bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinê ye" li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 8'ê Adarê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de Rêxistinên jinan; Tevgera Kongreya Star, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jinên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Jinên Sûrî, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Sûriyanî, Nivîsgeha Jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê de, Nivîsgeha Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem), Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriya demokratîk (MSD), Tevgera Hîlala Zêrîn, Saziya Civaka Sivîl jî di navê de bi dehan tevger, sazî û rêxistinên jinan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Kongra Star Berîvan Yûnis ve hat xwendin.

'TÊKOŞÎNA ME TEMÎNATA ŞOREŞA JINÊ YE'

Daxuyaniya ku bal kişand ser bilindkirina têkoşîna li hemberî qetilkirinên jinan wiha dom kir: "Wekî Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Adarê de, em ê li ser kevneşopiya têkoşîn û berxwedana jinên cîhanê ya li beramberî zordarî, tundî û desthilatdariya mêr bilindbûyî bimeşin. Ruhê berxwedêr ê jinan wê her zindî bimîne û em jî weke Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wê ruh û biryardariyê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Hesap ji her cure mêtingeriya li ser xak û bedena jinan tê meşandin bipirsin.

Bi vê boneyê em ê bi dirûşma 'Têkoşîna me, temîneta şoreşa jinê ye' di nav rêzeçalakiyan de bin. Hemû çalakiyên me yên 8'ê Adara îsal wê di çarçoveya hesabxwestina ji dagirker û qetilên jinan re pêk werin. Em ê di hemû çalakiyên xwe de, hevrêyên xwe Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Leyla Agirî, Seda Feysel El Hermas, Hind Letif El-Xidir û şehîden Til Rifatê bi bîr bînin û hesab bixwazin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Bi wê boneyê rêzeçalakiyên me yên 8’ê Adarê yên îsal wê bi vî rengî bin:
 
-Çalakiyên 8'ê Adarê dê di 23'ê Sibatê de, ji hêla hemû rêxistin û tevgerên jinan ve, li bakur û rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Têkoşîna me, temîneta şoreşa jinê ye"  were destpêkirin.
 
-Rêxistina Kongreya Star dê bi boneya 8'ê Adarê, ji 23 heta 28'ê Sibatê, di asta navçe, bajarok û saziyan de, semîneran bide.
 
-Meşeke dê bi maşîneyên xemilandî bi rengên 8'ê Adarê li hemû Kantonan were lidarxistin.
 
-Rêxistinkirina meşeke girseyî li Şedadê di 1'ê Adarê de, bi beşdariya Meclisa Jinên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Rêxistina Kongreya Star û Meclisa Kantona Hesekê da ku her du rêhevalên şehîd ên bi destên DAÎŞ'ê hatine qetilkirin bi bîr bînin. Di heman rojê de, ji bo bîranîna şehîdên Til Rifatê, li Şehbayê meşeke girseyî were lidarxistin. 
 
-Di 1 û 2'yê Adarê de, mehrîcana jinan li bajarê Qamişlo were saz kirin û di mehrîcanê de huner, karên destan û xwerinên kevneşop werin pêşandan.
 
- Di 2'yê Adarê de, hêzên leşkerî yên ji hemû neteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê meşekê li dar bixin. 
 
- Di 3 Adarê de, ji bo jinên astengdar dê çalakî werin lidarxistin her wiha semîner û çalakiyên hunerî jî dê bên çêkirin.
 
- Di 4'ê Adarê de, rêxistinkirina çalakiyan di çarçoveya projeya guhertina hişmendiya mêr de, vekirina dewreyeke perwerde û dayîna semîneran. Her wiha li bajarekî dê ji bo mêran meşek were lidarxistin.
 
-Di 5'ê Adarê de, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Her wiha ji bo nîşaneya wêneyê Rêber Apo li Kantonên Qamişlo, Kobanê û Şehbayê dê pêşangeh bên vekirin. 
 
-Di 6'ê Adarê de, ji bo pîrozkirina roja jinên cîhanê, li qada Newrozê li bajarê Qamişlo, pîrozbahiyeke girseyî ya navendî bi beşdariya  10 hezar jinan dê were lidarxistin.
 
-Rêxistinkirina pîrozbahiya 8'ê Adarê li hemû bajaran.
 
-Bi dirûşma "Ji komplo, dagirkerî û tundiyê re na" Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dest bi rêxistinkirina kampanyayeke ku dê 3 mehan bidome kir.
 
-Meclisa Jinên Ciwan dê di 8'ê Adarê de, di hemû dibistan, peymangeh û zanîngehan de semîner bide. Di heman demê de broşurên ji bo 8'ê Adarê dê belav bikin. Her wiha sazkirina çalakiyan bi Kevana Zêrîn re mîna çandinî, meş, pêşbirkên werzîşî, pêşbirka bisîkletê, mihrican, pêşandanên folklor û dîlanê, pêşandanên fîlm û belgefîlm, pêşangehên nîgar û wêneyan, pêşbirkên helbestan, semîner,  pêşandana sînevîzyon, pêşangehên cil û bergên gelêrî û karên destan, serdana gorên şehîdan, kampên penaberan û belavkirina gulan li jinan.
 
-Rêxistinkirina çalakiyên taybet ji bo Komîteya Dayikên Gerîla.
 
-Amadekirina çalakiyan li ser mijarên sereke jin-tundî, jin-parastin, bi rêya lidarxistina diyalog û konferansan ji bo nîqaşê.
 
- Lidarxistina çalakî û diyalogan li ser jinên Efrînê li Kantona Hesekê.
 
-Ji destpêka Adarê heta dawiya çalakiyên Newrozê, lixwekirina cil û bergên folklorî.
 
-Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Rêxistina Kongreya Star wê daxuyaniyekê bi wêneyên jinên pêşengên jin ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanî bi danasîna wan bide.
 
-Di 10'ê Adarê de, şahiyek ji bo gaziyên şer ji hêla Kevana Zêrîn ve were lidarxistin.
 
-Di navbera 8 û 21'ê Adarê de, li hemû kantonan divê serdana dostên kevin, malbatên şehîd, gazî, gerîla, birîndarên teqînan û malbatên girtiyan were kirin wekî kampanyayeke ku li hemû bajaran were rêxistinkirin.
 
-Vêxistina findan li ser Çemê Firatê her wiha weşandina wêneyên şehîd Sara, Leyla Agirî, Zehra Berkel, hemû şehîdên Helencê û Til Rifetê li ser avê.
 
-Di nav çalakiyên 8'ê Adarê de, kampanyaya îmzeyan ji bo dadgehkirina Receb Tayîp Erdogan 100 bûyer û berhevkirina 100 hezar îmzeyan. 
 
-Li ser bingeha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan civînek bi beşdariya 1000 jinan were lidarxistin.
 
-Di çalakiyên 8'ê Adara îsal de divê gund esas bên girtin û li ser wê bingehê divê li hemû gund û saziyên îdarî û rêxistinî li ser pênasekirina 8'ê Adarê semîner werin dayîn. 
 
-Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê semîner bide
.
-Li Herêma Cizîr û Reqayê, diyalogeke berfireh were lidarxistin.
 
-Meclisa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), Federasyona Birîndaran, Sotoro, Navenda Penceşêra Singê,  Asayişa Jinan, Desteya Jinan, HPC-Jin bikin.
 
-Serdana Saziya Malbatên Şehîdan, çandina daran li Akademiya Reqayê.
 
- Semîner dê li kampên Roj, Newroz û Til El-Semin werin dayîn.
 
-Bi boneya 8'ê Adarê peyama pîrozbahiyê ji bo jinên li herêmê û cîhanê were şandin.
 
 -Partiya Sûriyeya Pêşerojê dê semîner ji endamên partiyê re bide û tevli çalakiyên giştî bibe.
 
-Yekitiya Jinên Suryanî ji şaxên yekitiyê re semîner bide û tevli hemû çalakiyên giştî bibin.
 
-Koordînasyona Jinan di Rêveberiya Xweser de dê semîner ji karkerên li herêma Rêveberiya Xweser û herêma Til Koçerê re bide. Di heman demê de dê semîner ji bo jinên di girtîgehan de bê dayîn û piştgiriya karên destan ên girtiyan were kirin. Ji bo tevahî jinan dê pêşengeha karên destan were vekirin. Semînerek têkildarî rola jinan di Rêveberiya Xweser de dê were dayîn. Vekirina dewreyeke perwerdeyê ji bo şêwirmendên derûnî ji bo Navenda Desteya Jinan.
 
Daxuyanî bi diruşma “Jin jiyan azadî” qediya.