Jinên Asûrî: Zexta dewletê hê dewam dike

Jinên Asûrî ku beriya niha bi salan koçî Başûrê Kurdistanê kirin û niha li gundekî dijîn, qala serpêhatiya xwe kirin. Em di destpêkê de çûn mala jina bi navê Marya Asûrî, ku ji sala 1964'an û vir ve li gundê Bazê yê Zaxoyê dijî.

Asûriyên ku di fermana 1915'an de neçar hatin hiştin ji Tirkiyeyê koç bikin, li cihên weke Başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Marya Asûrî qala jiyana xwe dike: "Di emrê xwe yê 60 salî de min gelek zor û zehmetî dît. Zilmeke giran a dewletê li me hat kirin. Em hê jî dilrehet nînin. Bi salan e em di nav şer de ne. Di destpêkê de faşîzmeke mîna dewleta Tirk û Saddam bi serê me ve hat, ku mînaka vê faşîzmê di dîrokê de kêm tê dîtin. Mirovên me hatin kuştin. Gelo pêkane ku mirov van ji bîr bikin? Bêguman barê jinan bi du qatan zêdetir e. Eger tu jinek be, barê şer ê li ser milê te dibe du qat. Di dema Enfalê de hevserê min ji aliyê Saddam ve hat ukştin. Piştî kuştina hevserê min, tiştên bi serê me ve hat kes nizane, tenê em dizanin. Heta ku min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kir, gelekî zor û zehmetî kişand. Niha jî dewleta Tirk bombeyan li gundê me dibarîne. Sivîlan dikuje. Heta ku ev faşîzm neyê têkbirin, jiyan wê li me rehet nebe.

'JI BER BOMBERDÛMANÊ, EM NIKARIN ÇANDINIYÊ BIKIN'

Jiyana me ji aliyê aborî ve jî zehmet e. Tiştên ku em diçînin, nayên firotin. Erd û zeviyên me, ji ber bomberdûmanê bêkêr dibin. Roj bi roj bêkêr dibe. Darên me hişk dibin. Ev yek jî bandorê li jiyana me ya rojane dike. Em jî hewl didin bi keda destê xwe jiyana xwe bidomînin. Weke çandeke Xiristiyanan, ji berê ve em kincên xwe yên gelêrî didirûn. Bi rêya vê yekê hewl didim debara xwe bikim. Berê pezê me hebû, me ew didoşa. Dehl û rezên me hebûn. Niha ew jî neman.

Jiyana me bi reva ji zilma Saddam, ji balafirên Tirkan derbas bû. Her gavê em direviyan cihekî. Timî tirsek heye. Eger mirov li mala xwe ne rehet be, jiyaneke xwe ya asayî nebe, mirov ê çawa bijî? Giraniya vê yekê ji bo jinan zêdetir e. Bi wesîleya 8'ê Adarê roja jinan bang li hemû jinan dikim. Me gelekî êş kişand, me gelekî tehde dît. Divê em xwedî li keda xwe derkevin. Ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Hêvîdar im sala 2017'an bibe saleke ku jin lê nayên kuştin û mafên xwe bi dest bixin."

EGER JIN BIXWAZE...

Jineke din a Asûrî ku em bûn mêvanê wê Viyan Asûrî ye. Viyan Asûrî 49 salî ye û dayika 5 zarokan e. Bi salan ji hevserê xwe cihê bûye. Bi keda destê xwe debara xwe dike û zarokên xwe mezin dike.

Viyan Asûrî: "Mafê jinan li Başûrê Kurdistanê binpê dibe. Li hemberî vê yekê nerazîbûneke cidî jî nîne. Tu nikare ji jinê re bêje 'tu çima mafê xwe naparêze?' Ji ber ku gelekî ditirse. Min jî fêhm nekir, bê çima ewqasî ditirse. Cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Mêr wê mafên jinê binpê bikin û çima jin wê bêdeng bimîne? Divê jin netirsin. Mafê xwe çi be, wê bixwazin, xwedî li wê derkevin. Eger ev nebe, mafên me wê heta dawiyê bên binpêkirin.

Ez dixwazim hemû jin serketî bin, mafên xwe biparêzin. Dixwazim hemû jîr bin, serî li ber zilmê netewînin. Ji bo nebim hewcedarê mêr, ez timî xebitîm. Niha bi keda destê xwe eşyayên xemlê çêdikim. Hewl didim debara malbaa xwe bikim. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kir. Dema ku kesê pê re zewicîm hew da zextê li min bike, min ev qebûl nekir. Min jê re got eger tu yê zextê li min bike, tu nikare li cem min bimîne. Divê jin li ber zexta mêr rabin. Eger bi vî rengî nebe em ê nikaribin zarokên xwe mezin bikin, nikaribin karekî baş bikin. Eger em li wan guhdarî bikin, weke jinê wê vîna me bikeve bin hukmê wan. Eger mirov bixwaze dikare her tiştî bi ser bixîne. Bi taybetî, dema jinê xwest, tiştek nîne ku nikaribe bi ser bixîne. Ez bi taybetî bang li jinên li Başûrê Kurdistanê dikim. Bila mafên xwe biparêzin, şîdeta mêr qebûl nekin. Her tim têbikoşin."