Jinên Amedî li mîtînga 8’ê Adarê gotin: Bijî berxwedana Efrînê

Jinên Amedî bi kiras û xeftanan li mîtînga 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin cem hev, berxwedana Efrînê slav kirin. Hevserokên rehîn peyam şandin mîtîngê.

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Amedê ya Dîcleyê (DAKAP) bi dirûşma ‘Em hebûn, hene, em ê hebin’ li Amedê, li Meydana 5’ê Hezîranê hatin cem hev û 8’ê Adarê pîroz kirin.

Jin li gel her cure zext û zordariya dewleta Tirk bi reng û dengên xwe herikîn cihê mîtîngê û bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî 8’ê Adarê’ û bi lîlandinan, bi coşiyekê dest bi mîtingê kirin.

Li mîtîngê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên Amedê Feleknas Ucan, Sibel Yiğitalp hazir bûn.

BULDAN: ERDOGAN DIRÛ YE

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li mîtîngê axivî û got, ‘’Em dizanin ku li vê cografyayê jinên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin li rasta zext û zordariyê tên lê dîsa jî her roj li kolanan in û têdikoşin. Divê qet ev têkoşîn nesekine.’’Buldan bi berdewamî bal kişande ser nêzîkatiya rêveberên dewleta Tirk a li jinan û got, dema ku Serokkomarê Tirk duh di civîna komê de axiviye wan dîtiye ku li bara jinan çendî dirû ye. Buldan gotina Serokkomarê Tirk Erdoğan ‘binê piyê dayikên xwe maç bikin’ bi bîr xist û bal kişande ser dayikên Berkîn Elvan, Ceylan Onkol, Uğur Kaymaz û Dayika Taybet ku ji bi ferman Erdogan hatibû kuştin û got ew binê piyê van dayikan jî maç dikin.Buldan bi domdarî bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ya bi fermana Erdoğan û got dema ku li dijî Efrînê şer dikin dayikên zarokên Efrînê jî dikıjin.

‘JI JINÊN ME DITIRSIN’

Buldan bal kişande ser polîtîkaya qirkirina siyasî ya li ser siyasetmedarên Kurd ên rehîngirtî û got, ‘’Ew ji siyaseta jinên me ditirsin. Ji bo vê jî ew rehîn girtine. Têkoşîna wan têkoşîna me ye û di demeke kurt de em ê wan zindanan vala bikin.’’

ATASOY: JIN JIYANÊ DIGUHERÎNIN

Sektera Giştî ya Jinan a KESK'ê Gulîstan Atasoy jî bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk a li ser jinan û got, ‘’Bi êrîşa ser jinan dixwazin pergala xwe bidomînin. Ji ber ku jin li pêşiya têkoşînê ne. Ji hêza jinan a ku jiyanê diguherînin û vediguherînin ditirsin.’’

PEYAMA HEVSEROKÊN REHÎN

Li mîtîngê peyama Hevseroka HDP’ê Fîgen Yüksekdağ, Hevserok DPB’ê Sebahat Tuncel û Hevşardara Amedê Gülten Kişanak hate xwendin.

Di peyamana de berxwedana Efrînê hate slavkirin û hate gotin ‘’Ji Amedê heta bi Efrînê, Şengalê jin li ber xwe didin.’’

Hevseroka KCD’ê Leyla Güven jî peyamek şand û di peyamê de got, ‘’Berxwedanya jinan li Rojhilata Navîn nîşan da jin bê Rêbertî nikarin bijîn. Em peyrevê Sarayan in. Divê baş zanibin Amed û Mehabad çi be Efrîn jî ew e . Em ji heman xakê ne.’’