Jinên Êzidî û Ereb: Weke êşa me divê têkoşîna me jî hevbeş be

Komxebata jinên Êzidî û Ereb li Şengalê berdewam kir: Di komxebatê de ev peyam hat dayin: “Me dîroka qirkirinê veguherand dîroka berxwedanê. Têkoşîna me jî weke ya ku me jiyankirî, divê hevpar be."

Komxebata ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi dirûşmeya "Yekîtî û têkoşîn temînata parastina jinê ye" organîzekirî, li bajarokê Til Izêr a Şengalê bi rûniştina duyemîn ku tê de li ser qirkirina jinan hat sekinandin didome.

Rûniştina nû bi çîroka jina Êzidî ya bi navê Samar Mehme ya ji destê DAÎŞ’ê rizgar bibû, destpê kir.

Gelek jinên saziyên sivîl û endamên partiyê yên ku danê sibehê ji bo tevlî komxebatê bibin xwestin bên Şengalê, li Mûsilê hatin astengkirin.

Rûniştina duyemîn a komxebatê bi vegotina çîroka xwe ji aliyê Samar Mehme yê ji destê DAÎŞ'ê rizgar bûyî destpêkir. Çîroka Samar Mehme di salonê de bêdengiyeke kûr çêkir. Şahidê zindî Samar Mehme wiha behsa kiryarên DAÎŞ’ê yên roja fermanê û piştî wê ku çi anî serê jinên Êzidî kir:

“Ez û malbata xwe, heta her malbatek li Şengalê jî, di jiyana xwe ya asayî de û ji her tiştî bê agah bûn. Me berê tiştên ku di televizyonan de li ser DAÎŞ’ê dihatin temaşe kirin, me bi matmayî û tirsê li hovîtiya wan temaşe dikir. Me nizanîbû ku rojekê zilma DAÎŞ’ê were serê me. Ez wê rojê ne li ba diya xwe, li mala bapîrê xwe bûm. Roja fermanê DAÎŞ’ê ez, bapîrê min, mamên min û em hemû zarok birin. Wê demê ez pir biçûk bûm. DAÎŞ’ê me zarokan li cem hev dihişt û perwerde dikir. Me hînî xwendina Quranê, nimêjê û bi giştî fêrî Îslamê dikirin. Ji me re digotin, 'Êdî hûn ê ne Êzidî, bibin Misilman.' Zarokên keç bi kureyan didane çeteyên DAÎŞ'ê. Wan ez dame emîrekê ku minê ji wî re xizmet bikira. Her roj keçên ciwan ji bo emîr dianîn. Wî tecawizî wan hemû keçan dikir. Pişt re her roj kesên wek pezên qurbanê dianîn ber deriyê wî û li ber derî serê wan jê dikirin. Her wiha DAÎŞ'iyê ku ez li mala wî dimam, zarokên xwe fêrî jêkirina serê mirovan dikir.

DAÎŞ'ê ne tenê li dijî jinên Êzidî, li dijî hemû mirovahiyê xwest qirkirinê pêk bîne.

Ez îro li vir im û ji bo civaka xwe têdikoşim. Tiştên ku min jiyan kir ez ê ji bîr nekim, lê bi têkoşîna jinên Êzidî ya li hemû cîhanê re em ê nedin ji bîrkirin.”

Çîroka Samar destnîşan dikir ku divê jin di nava têkoşîneke hevpar de bên cem hev da ku kiryarên DAÎŞ'ê li jinên Êzidî kirinî neyên jibîrkirin.

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hesen piştî çîroka Samar mafê axaftinê girt û got, “Tiştê ku DAÎŞ’ê li jinên Êzidî kir, qirkirinek bû û me îro Rêveberiya Xweseriya Şengalê ava kir da ku li dijî polîtîkayên qirkirinê bi hêz rawestin û em jin di bin vî sîwanî de li dijî qirkirinê têkoşîneke xurt didin."

Endama Eniya Têkoşîna Demokratîk a Mûsilê Dilpak Seat bal kişande ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinên Êzidî û Ereb û got, "Têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî DAÎŞ'ê bi heybet bû, di dîrokê de hat tomarkirin. Em weke jinên Ereb bi taybetî weke Eniya Têkoşîna Demokratîk, em li cem jinên Êzidî û Kurd in. Em têkoşîna wan weke têkoşîna xwe dibînin. Heya ku em bi hev re têbikoşin em dikarin bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Em hemû gel û baweriyan vedixwînin vê hevkariyê."

'ŞÎDETA HERÎ GIRAN LI SER JINÊ YE'

Leyla Saîd a li ser navê Rêxistina Hevgirtina bi Koçberan a Nînovayê ya Zehra Elî tevlî komxebatê bibû, wiha axivî:

"Berî her tiştî em spasiya we dikin ku we ji bo xebateke wiha girîng em vexwendin. Beriya her tiştî bêhevsengiyên ku cîhana îro di encama polîtîkayên çewt de pêre rû bi rû maye, bûye sedema gelek karesatên xwezayî. Divê civak û dewletên ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî xwezayê dizanin, siyaseteke rast bişopînin. Di civakê de şîdeta fizîkî û çandî ya li ser jinê di encama polîtîkayên şaş ên hikûmetên heyî de tê jiyîn. Civak hatiye rewşekê ku bi birçîbûn, bêkarî, madeyên hişber û her cure şîdeta li ser jinê ve rû bi rû dimîne. Weke jin em dizanin ku ev pirsgirêkên civakê di esasê de çavkaniya xwe ji şîdeta li ser jinê digire. Şîdeta zayendî ya li ser jinê îro di nava civakê de şîdeta herî zêde ye. Di vê mijarê de carna xebatên me yên hevpar bi dewletê re çêdibin, ji xeynî vê em ji bo hişyarkirina jinan çalakiyan li dar dixin. Dewlet nikare bi awayekî şênber pêşî li şîdeta li ser jinê bigire, ya ku divê bike ev e ku polîtîkaya jinê li ber çavan re derbas bike. Em jin bi xwe zanakirinê re dikarin li hemberî her cûre şîdetê bisekinin.”

'PDK'Ê XIYANET LI ME KIR'

Endama Rêveber a Weqfa Jinên Êzidî Ferîde Sadûn jî axivî û wiha got:

"Em weke Weqfa Jinan me piştî fermanê xwe birêxistin kir û ji bo rizgarkirina jinên ku dîl ketine destê DAÎŞ'ê me xebatekî pir mezin kir. Heta encamê wê jî jinek din ku di dema dawî de ji aliyê QSD'ê ve ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin bû. Ev serkeftina jinên Êzidî ye. Gelek aliyên siyasî li ser jinên Êzidî bazirganiyê dikin û heta kirîn û firotina wan dikin û dixin mijara bazirganiyê. Gelek jin ji aliyê QSD'ê ve hatine rizgarkirin û gelek ji wan jî piştî hatin Şengalê ji aliyê rêxistinên sivîl, PDK û dewletê ve di bin navê ku em ê derfetên madî ji we re peyda bikin, tê xwestin ku şahidiya jinan têk bibin. Hewldanek ji bo veşartina tiştên ku DAÎŞ’ê kiriye ye. Ji bilî vê jî PDK di her firsendê de dibêjin ku em jinên Êzidî rizgar dikin, çarenûsa wan di destê me de ye. Hêza ku xiyanet li me kir û bû sedem ku bi hezaran jin bikevin destê DAÎŞ’ê ye. Di vî wateyê de ti îtibara gotinên PDK’ê û hêzên ku girêdayî wê ne nemaye. Em Êzidî bi dîroka xwe ve dewlemend in, em dikarin bi civakîbûna xwe îradeyek xurt ava bikin. Hêzên derve me Êzidiyan weke civakek li ber deriyê xwe li benda xêrxwaziyê dibînin. Em ne civak û ne jî bawerî ne. Em koka mirovahiyê ne.”

'LI ŞÛNA GIRÎNÊ EM JIYANÊ XWEŞIK BIKIN'

Çalakvana jinan a Iraqî Bidor Elcerah wiha qala polîtîkayên koçberkirinê yên ku bi armanca qirkirinê hatine pêşxistin kir:

"Li Iraqê siyasetek pir kûr li dijî gel, bawerî û kêmneteweyan tê meşandin. Dixwazin di vê axê de me hemûyan ji hev qut bikin. Dixwazin me ji hev re bikin dijmin. Li Iraqê bêedaletî tê pêşxistin. Tê xwestin ku vê siyasetê ne tenê li Iraqê, li ser tevahiya herêmê jî serdest bikin. Ya ku wê hildiberîne DYE ye. Emerîka dixwaze gelên qedîm ên van erdan bide koçkirin û bê mirov bike. Dixwazin kesên ku nêzî siyaseta DYE’yê ne bi cih bikin. Divê em jin pêşî li vê siyasetê bigirin. DYE û Îngilîstan ji bo 100’mîn salvegera Peymana Lozanê dixebitin û polîtîkayên xwe li ser vê yekê dimeşînin. Koçberî encama vê polîtîkayê ye. Em jin cewhera vê axê ne. Em cewhera malbat, civak û welat in. Werin em çiqilên zeytûnê yên ku kal û pîrên me çandine ji nû ve biçînin. Em jin li şûna girî jiyanê xweik bikin."

'RÊXISTINBÛNA ME BU KABÛSA DIJMIN'

Fermandara YJŞ’ê Rûheyv Şengalî mijara “parastina hevpar a jinan çawa pêş dikeve û jinên Êzidî çawa li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê xwe bi rêxistin kirin” nirxand û got:

"Me jinên Êzidî xwe rêxistin kir û hêzên xwe yên parastinê ava kir û ev bû kabûsa dijminê me. Armanca DAÎŞ'ê ew bû ku bi qirkirina jinê re civakekê tine bike. Her kesî digot ku jin nikare li ber xwe bide û şer bike. Lê dema ku YJŞ ava bû û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, xeyalên hêzên ku jin biçûk dibînin û di nava lepên qirkirinê de hiştin, rastî şkandineke mezin hat. Me dîroka qirkirinê veguherand dîroka berxwedanê. Ne tenê jinên Êzidî, em ji bo hemû jinan têdikoşin. Ne jinên Êzidî û ne jî her jinek nikare li bazaran were firotin. Me bi têkoşîna xwe serdemek guhert."

Piştî axaftinên kurt derbarê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û serpêhatiyên jinên Êzidî yên ku dihat xwestin bigirin nav lepên qirkirinê û vegotinên kurt ên derbarê têkoşîna hevpar a jinên Êzidî û Ereb, her jinên beşdarî komxebatê bûn, peyama hevgirtinê da.

Jinên Êzidî û Ereb gotin, "Tişta ku em dijîn hevpar e, divê têkoşîna me jî hevpar be."

Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî axaftina girtinê ya komxebatê kir. Sabîha Sebrî got, "Pêwîste komxebat ji bo me jinan bibe wesîleya ku em di nav axa Iraqê bi hevre di nava piştewaniyeke xurt de bin."

Di dawiya komxebatê de jinên Êzidî û Ereb soz dan ku ji niha û pê bi hevgirtineke xurt xwedî li hevdu derkevin.

Tê payîn ku daxuyaniya dawî ya komxebatê di rojên pêş de were eşkerekirin.