Jineke ciwan bû şaredara bajarekî ku şêniyên xwe 750 hezar e
Ji bo şaredariya bajarê Kerala ya li eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, jineke ciwan a xwendekara matematîkê ya 21 salî hate hilbijartin.
Ji bo şaredariya bajarê Kerala ya li eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, jineke ciwan a xwendekara matematîkê ya 21 salî hate hilbijartin.
Ji bo serokatiya şaredariya bajarê Kerala yê eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, meclîsa şaredariyê jina ciwan a bi navê Arya Rajendran hilbijart, ku 21 salî ye û xwendekara matematîkê ye.
Rajendran ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa xwe 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.
Bajarê Kelara li Hindistanê ew bajar e ku rêjeya xwendinê lê bilind e û jiyana polîtîk lê çalak e.
Kerala di heman demê de paytexta eyaleta Thîrûvananthapûramê ye.
Bavê wê karê elektrîkê dike, diya wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite. Rajendra di heman demê de ji malbateke komunîst e.
Rajendra got, "Bavê min pê serbilind e ku ji çîna karker e. Ez jî ji bo wî tevlî tevgera karker, tevgera gundiyan û mirovên ji rêzê bûm."