Jinek ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat qetilkirin

Fatma Înan ji aliyê zilamê bi navê Metîn Esîn ku hevjînê wê yê berê bû, hat qetilkirin.

Li taxa Dîzdariye ya navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê Metîn Esîn (55), hevjînê xwe yê berê Fatma Înan (51) bi hinceta nîqaşkirinê hatin gel hev. Metîn Esîn ku hat mala ku Înan lê dijî, piştî nîqaşa ku di navbera wan de derket Înan qetil kir.

Kujer piştî cînayetê telefonî polîsan kir. Polîsên ku hatin cihê bûyerê ew destgîr kirin.

Cenazeya Înan rakirin morga Saziya Tiba Edlî.

Hate diyarkirin ku Fatma Înan xwediyê 4 zarokan bû.