Jinan Yasemîn Çetîndag bi bîr anîn

Yasemîn Çetîndag ku 23'ê Kanûnê ji aliyê mêrê bi navê Savaş Ozyanik ve li pêş çavên zarokên xwe hate kuştin û 28'ê Kanûnê li daristana Vendeheîm a bajarê Strasboûrgê yê Fransayê cenazeyê wê hate dîtin, ji aliyê jinan ve hate bîranîn.

Komek ji jinan bi banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn, li qada Kleberê li hev kom bû û Yasemîn Çetîndag bi bîr anî.

Tevî nûnerên saziyên jinan, ferdên malbata Çetîndag jî li qada çalakiyê amade bûn. Xwişka wê Leyla Çetîndag diyar kir ku xwişka wê gelekî ji jiyanê û zarokên xwe hez dikir. Leyla Çetîndag anî ziman ku xwişka wê li pêş çavên zarokên wê bi hovane hate kuştin, êşa wan wê ti carî sivik nebe.

Beşdarên çalakî û bîranînê jî bal kişandin ser zêdebûna komkujiya jinan a li cîhanê.

Aktîvîsta Însiyatîfa Jinê ya Zîn Meryem Tekîner jî ragihand ku jin ji bo netewe-dewletê weke mirova ji çîna duyemîn tê dîtin, dema ku daxwaza azadiya xwe dike jî dibe hedefa zexta mêr û dewletê.

Tekîner diyar kir ku jinên Kurd bi salan e li dijî vê zîhniyetê şerekî mezin dikin û got, "Li gorî me, jiyana azad û wekhev tenê bi destê jinan dikare ava bibe û em ji bo vê têdikoşin. Ji ber vê yekê bi salan e em hewl didin li her cihî bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' dengê xwe bidin bihîstin."

Jinan piştî axaftinan dirûşma "La femme, la vîe, la lîberte" qîriyan û bang li jinan hemûyan kirin ku roja kujer Savaş Ozyanki bê darizandin, jin hemû li dadgehê amade bin.