Jinan rakirina destlênedana Guzel şermezar kirin
TJA'yê rakirina destlênedana Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li Cizîrê şermezar kirin.
TJA'yê rakirina destlênedana Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li Cizîrê şermezar kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) rakirina destlênedana Parlamentera Amedê ya HDP'ê Semra Guzel li navçeya Şirnexê ya Cizîrê şermezar kir.
Li çalakiya li ber avahiya navçeya Cizîrê ya HDP'ê gelek jin hazir bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Navçeya Cizîrê ya HDP'ê Zîlan Ecevît ve hate xwendin.
Ecevît got, ''AKP-MHP bi vê biryarê çaresernekirina pirsa Kurd ferz dike. Bi vê biryarê tê xwestin hemû derdorên dilxwazên wekhevî, azadiyê bêdeng bikin û çavtirsandî bikin. Rastiya dema ku ew wêne hatî girtin tine tê hesibandin. Ev wêne wêneyê eşa giran a gelê Kurd û jinên Kurd e. Rastiya hevpar a bi milyonan jinên Kurd e ku bêgav mane ji malbata xwe dûr bimînin. Ti konsepta êrîşê nikare ser vê rastiyê bigire.''
Bi berdewamî Ecevît got,''Semra Guzel vîna me ye, dengê jinan û ciwanan e. Banga me li hemû jinan e ku dil dane têkoşîna jinan. Parastina Semra, parastina siyasetkirina jinan, parastina têkoşîna jina ye. Ev êrîşa li ser gelan û vîna jinan wê me ji têkoşîna me dûr nexe.''