Jinan qala dorpêçkirin û wêrankirina bajarê xwe kirin

Di ser dorpêçkirina dorpêçkirin û wêrankirina Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever û Sûrê re sê sal derbas bûn. Jinên ku bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin derxistin, di 'Çîrokên Koçberiyê yên Jinan' de qala wê wextê û piştî wê dikin.

Dewleta Tirk, di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de ji Kanûna 2015'an û pê ve êrîş bi ser bajarên Kurdan. Bi qedexeyên derketina derve û dorpêçkirina bajaran re bajar hatin hilweşandin, bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan hezaran kes jî neçar man koç bikin. Komeleya Şopandina Koçberiyê (Goç-Îz) koçberiya bi darê zorê ya piştî dorpêçiya salên 2015-2016'an rû da, li ser çîrokên şexsî yên jinên koçberkirî, di pirtûka 'Çîrokên Koçberiyê yên Jinan' de vegot.

Di pirtûkê de tê ragihandin ku ev koçberî ji ya salên 90'î cudatir e, ji ber ku vê carê mirovan koçî metropolên Tirkiyeyê nekirine, koçî bajar û navçeyên derdora xwe kirine. Sedema vê yekê jî hêviya vegera di zûtirîn demê de ye.

Di pirtûkê de bi kurtasî qala bûyerên di salên 2015-2016'an de qewimîne tê kirin û tê gotin, di nava salekê de 500 hezar mirov bi zorê ji cih û warê xwe hatine derxistin û hejmara mirovên ku van bûyeran bandor li wan kirine gihîştiye milyonek û 671 hezarî. Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya TÎHV, ji 16'ê Tebaxa 2015'an heta 16'ê Tebaxa 2016'an tenê di dema qedexeya derketina derve de herî kêm 321 sivîl hatine kuştin. 79 ji van zarok, 71 jî jin in.

Ji bo amadekirina pirtûka 'Çîrokên Koçberiyê yên Jinan', li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever, Sûr û Wanê hevdîtin bi 47 jinan re hate kirin, lê belê ji ber gelek sedeman di pirtûkê de tenê çîrokên 18 jinan hatine vegotin. Wekî din, gelek nav û agahiyên li ser cihê lê ne, ji ber ewlekariyê hatine guhertin.