Jinan piştgirî dan karkerên Flormar: Boykot bike

Jinan piştgirî dan karkerên bi hinceta sendîkayî ne ku ji kargehên Flormar hatin derxistin ku ev 50 roj in di berxwedanê de ne.

Jinên li pêşiya firoşgeha Flormar û Yves Rocherê kom bûn çalakiya deng derxistinê pêk anîn, li gel dirûşmên “Ne makyaj, berxwedan mirovan ciwan dike” banga baykotkirina berhemên Flormar û Yves Rocherê kirin.

Nerazîbûnên li dijî derxistina 120 karkerên bi hinceta sendîkayî û daxwaza mafê xwe dikin ji kargehên Flormar ên li Herêma Pîşesazî ya Organîzeya Gebzeyê hatin derxistin her ku diçe mezin dibin. Jinan ji bo karkerên ku li karê xwe vegerin ku 50 roj in li pêşiya firoşgerhên Flormar li ber xwe didin, li Kadikoyê piştgirî kirin. Jinên li pêşiya firoşgehên Yves Rocher û Flomar ê kom bûn banga   boykotê kir. Jinên ku dowîzên bi nivîsên “Sendîka maf e”, “Em bi xwazin dikarin bikevin grevê jî” û “Bila çavê we têr bibe Flormar” hildan dirûşmên “Ne Flormar berxwedan ciwan dike” û “ Ne makyaj, berxwedan ciwan dike” qîr kirin, banga boykotkirina berhemên Flormar û Yves Rocherê kirin.