Jinan nerazîbûn nîşanî tundiya polîsan dan
Jinan li Amedê tundiya polîsan a di 25'ê Mijdarê de şermezar kirin û gotin, "Jin, Jiyan, Azadî pisûlaya nayê guhertin a serhildana jinê ya sedsala 21'ê ye."
Jinan li Amedê tundiya polîsan a di 25'ê Mijdarê de şermezar kirin û gotin, "Jin, Jiyan, Azadî pisûlaya nayê guhertin a serhildana jinê ya sedsala 21'ê ye."
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî tundiya polîsan a di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li jinan hatiye kirin, li Komeleya Jinan a Rosayê daxuyanî dan. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
Ji Komeleya Jinan a Rosayê Nûrşen Kendal wiha got: “Di meşa jinan a di 25’ê Mijdarê li Amedê hatiye lidarxistin de gele jin rastî tacîza devkî û fîzîkî ya hêzên ewlekariyê hatin.” Nûrşen Kendal da zanîn ku li Stenbolê jî jin rastî heman sepanan hatine û li Stenbolê 169 jin hatine binçavkirin û 3 jin jî li navenda paşveşandinê ya penaberan de tên ragirtin. Nûrşen Kendal bang kir ku îktîdar tavilê dev ji van polîtîkayan berde.
Nûrşen Kendal, diyar kir ku netewe dewlet hewl didin têkoşîna jinan a "jin, jiyan, azadî" berevajî bikin û wiha got: “Ev serhildana li dijî tundî û komkujiyên li ser jinan mezin bûye, bû dengê berxwedan û têkoşîna hemû cîhanê. Jin, jiyan, azadî' ku civakîb ûye û veguheriye têkoşînê, pisûleya neguher a serhildanan jinan a sedsala 21’emîn e. Li Amedê xwestin vî dengî qut bikin û me di 25’ê Mijdarê de li qadan bersiva vê da.”
Nûrşen Kendal, li dijî êrişên komên paramîlîter ên li dijî Helebê jî banga hestiyariyê û ketina nava liv û tevgerê li hêzên neteweyî û navneteweyî kir.