Jinan li Montpellîer ji bo 25’ê Mijdarê çalakî kirin
Jinên Kurd û Fransî li bajarê Montpellîerê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek kirin.
Jinên Kurd û Fransî li bajarê Montpellîerê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek kirin.
Li bajarê Montpellîer a Fransayê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê mîtîngek hate kirin.
Komûna Jinan a Delal Amed a Montpellîer û rêxistinên jinan ên Fransayê bi hev re li Parka Peyroûyê hatin ba hev û mîtîngek lidar xistin.
Di daxuyaniya hate dayîn de têkildarî kampanya ‘Ji bo darezandina dîktator 100 sedem’ agahî hatin parvekirin û peyama ‘Li dijî tundiya li jinê wê berxwedana me bidome’ hate dayîn
Çalakî bi qîrkirina dirûşim û gerandina govendê bi dawî bû.