Jinan li Meksîkayê êrîşên li metroyê protesto kirin

Bi hezaran jin li paytexta Meksîka Meksîkoyê li hev civiyan, li dijî zêdebûna êrîşên li metroyê şermezar kirin û bang li hikumetê kirin ku dest li rewşê werdin.

Jinan li rawestgehên metroyê yên li navenda bajêr çalakî kirin û ji bo bîranîna jinên hatin kuştin an jî revandin kulma xwe rakirin hewayê û bi deqeyekê rêz girtin.

Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û bang li Serokkomarê Meksîkayê hate kirin ku li dijî revandina li metroyê bikeve nava liv û tevgerê.

Hewldanên revandina li metroyê hefteyên dawî zêde bûn. Li gorî vê yekê gelek mêr, jinên ku li metroyê li wan rast tên heta derketina ji metroyê bi wan re dimeşin û hewl didin wan li wesayitên xwe siwar bikin. Tê gotin ku di gelek êrîşan de jin red dikin ku li wesayitên wan siwar bibin û xwe ji wan rizgar dikin.

Jina bi navê Sarah Artega ya 21 salî ji AFP'ê re axivî û ji bo metroya Meksîkoyê got, "Ji bo me stargehek bû, yekane wesayita cemaweriyê bû ku me xwe lê ewle didît. Niha tiştekî me nîne, ji ber ku her tişt li vir diqewime: Bi ser mirovan ve tên, destdirêjiyê dikin û direvînin."

Fernando Gonzalez got, "Diviyabû metro ewle bûya, lê bi vî rengî nîne. Ya rast min newêrîbû gilî bikira, ji ber ku polîs bi xwe bi çeteyên revandinê er têkildar in an jî bi xemsarî tevdigerin.

HER ROJ 9 JIN TÊN KUŞTIN

Li Meksîkayê salên dawî femînîsîd (qirkirina jinê) zêde bûye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Meksîkayê rojane bi qasî 9 jin tên kuştin. Li wesayitên cemaweriyê, 6 ji her 10 jinan dibin hedefa êrîşê.