Jinan li Erîvanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyanî dan

Jinên Kurd û Ermenî bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Erîvanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û li dijî tundiyê bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûn û mezinkirina çalakiyên jinan.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, Yekîtiya Jinên Azad li paytexta Ermenîstan Erîvanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li Mala Kêmneteweyên Ermenîstanê ji aliyê endama Partiya Komunîst nivîskar Amalya Terteryan ve hate dayin. 

Gelek jinên Kurd û Ermenî tevlî daxuyaniyê bûn.

Terteryan diyar kir ku tundî û kuştina jinê di serdema heyî de di asta qirkirinê de tên kirin û bi bîr xist ku li gelemperiya cîhanê li yek ji sê jinan tundî tê kirin.

Terteryan bal kişand ser tundiya fîzîkî û psîkolojîk a li welatên Rojhilata Navîn, Afrîka, Asya û Latîn Amerîkayê li jinan tê kirin û got, ji bo tepisandina mûxalefeta civakî û pêşîgirtina li tevgerên azadiya jinê, tundiya li jinê, weke rêbazekê tê bikaranîn û bi polîtîkayên li qadên medya, çand û hunerê, ev rêbaz tê xurtkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku niha Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û di vir de şerê herî mezin li dijî jinên ku li ser rêya azadiyê ne tê kirin.

Terteryan anî ziman, tundiya li jinê û terora dewletê û mêr di zikhev de tên kirin û got, " Polîtîkayên şîdetê yên li Kurdistanê li dijî jinê tên meşandin gihaştine asta komkujî û qirkirina jinê. Revandina jinan, destavêtin û destdirêjiya ku DAÎŞ'ê li Şengalê kir û dewleta Tirk li Efrînê kir, heman mejî ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, tundiya li jinê ji nêz ve bi nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, lewma ji sala 2015'an dema qutkirina hevdîtinê û vir ve şîdeta li jinê zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma jinên Kurd dibêjin, azadiya Rêberê me azadiya jinan e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo pêşî li şîdeta li jinê were girtin, divê em hişmendiya xweparastinê û rêxistiniya xwe, çalakiyên xwe xurt bikin. Li dijî hêzên netewe-dewlet ên faşîst ên dijminê Kurdan, li dijî sîstema serdestiya mêr,  berxwedana hevpar mezin bikin. Li dijî terora mêr û dewletê, ne tenê 25'ê Mijdarê, di her kêliya jiyanê de li her qadê berxwedan û rêxistinbûna jinê xurt bikin. Bi mejî, ked û biryardariya xwe em paşeroja xwe ji nû ve ava bikin."