Jinan li Efganistanê Zan Times ava kirin
Rojnamevanên jin ên Efgan ji bo dengê xwe bidin bihîstin Zan Times ava kirin.
Rojnamevanên jin ên Efgan ji bo dengê xwe bidin bihîstin Zan Times ava kirin.
Komek rojnamevan û nivîskarên jin ji hundir û derveyî Efganistanê malperek nû ya nûçeyan ava kirin da ku dengê xwe bidin bihîstin û rastiya Efganistanê eşkere bikin. Zan Times, ku pirsgirêkên jin û komên din ên der barê Efganistanê de wê bi nûçeyan werin vegotin, wê li ser platformên dîjîtal jiyana xwe ya weşanê bidomîne.
Zan Times mîsyona xwe wiha tîne ziman: "Em li Efganistanê di ferqa şert û mercên dijwar yên karkirina di qada medyayê de ne û ji ber vê yekê em armanc dikin ku Zan Times bibe çavkaniyek pêbawer û nimûneya rojnamevaniyê li Efganistanê."