Jinan gotin: Cîhaneke nû pêkan e

Beşdarên konferansa jinan a li Berlînê gotin, "Armanca me yek e" û ji bo "cîhaneke nû" peyam dan.

Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yemîn ku ji aliyê Tevna Jin Paşerojê Dihûnin ve hate lidarxistin, li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat.

'ÊDÎ HÎN BÊHTIR RADÎKAL IM'

Ber bi dawiya konferansê ve jinan bal kişandin ser berhemdariya konferansê û gotin, "Armanca me yek e" û ji bo "cîhaneke nû" peyam dan.

Aktîvîsta Aştiyê Genevieve Vaughan ku ji DYE'yê beşdarî konferansê bû, wiha got "Ez ji DYE û Îtalyayê têm. 50 sal in li ser aştî û femînîzmê dixebitim. Nivîskar û aktîvîst im. Ji bo cîhaneke nû atmosfereke bi rastî jî xweş e. Cîhaneke cuda ya li ser hezkirina cîhanê, femînîzm, hezkirina jiyanê hatiye avakirin. Ev pêkan e û gelekî bedew e. Niha ji berê bêhtir radîkal im. Ji ber ku di nava vê tevgerê û xeta radîkalîzmê de hêza jinê  lêgerîna jiyanê ya jinê hîs dikim."

'GELEK TIŞT JI KONFERANSÊ HÎN BÛM'

Sama Belûc a li Belûcistanê got, "Konferans gelekî baş bû. Bandor li min kir. Ji bo min tecrûbeyeke gelekî baş bû. Gelek tişt jê hîn bûm. Min bi malbatên Kurd re têkiliyên nû danî. Şoreş ji bo jinê ye. Ya ku li vir dibe jî hêviyeke mezin e ji bo şoreşê. Em karin ji bo xwe guhertinê bikin. Ji bo Belûcistanê, ji bo Kurdistanê, ji bo welatên hatine dagirkirin, ji bo mafên xwe, ji bo yên têdikoşin. Ji bo min tecrûbeyeke gelekî baş bû. Hebûna li vir ji bo min rûmeteke."

'DIVÊ MIROV HER KESÎ AZAD BIKE'

Violetta Gallardo a Meksîkî got, "Ez li vir im, ji ber ku zanim eger ji bo mafên xwe tênekoşim, nikarim ji bo jinên din têbikoşim. Ne tenê divê jin bêne azadkirin, di heman demê de divê mêr ên li girtîgehan jî bêne azadkirin. Lewma em li vir in, ji bo avakirina aştiyê. Ji bo ku destpêkê xwe azad bikin, piştre jî aştiyê bînin cîhanê.

Di vê atmosferê de em dixwazin bi hemû jinan re biaxivin. Ji ber ku em zanin, her yek ji me li devereke cîhanê tevlî çalakiyên cuda bûne. Ji bo armancên cuda em karin rêbazên cuda bi kar bînin. Gelekî kêfxweş im ji ber ku li vir im."

'ARMANCÊN ME WEKE HEV IN'

Patricia Redzewsky a ji Berlînê tevlî konferansê bû got, "Bi eslê xwe ji Polonyayê me. Ji bo şîrket û saziyan şêwirmendiyê dikim. Ev atmosfer bêhempa ye. Nêrînên cuda têne ser ziman. Pê hesiyam ku armanca me henmûyan weke hev e. Em ji deverên cuda yên cîhanê hatibin jî. Pêwendiya xwe bi azadiyê heye. Ev armanca me hemûyan e û ez jî vê dixwazim. Em karin hêza xwe bigihînin hev û vê tevgerê bimeşînin."

'XEBATA BI JINÊN KURD RE GELEKÎ GIRÎNG E'

Anastasia ya Ûkraynayî got, "Kêfxweş im ku li vê derê li tecrûbeyên jinên ji çar aliyên cîhanê guhdarî dikim. Ez jineke Ûkraynayî ya li sirgûnê, xebitandina bi jinên Kurd gelekî girîng dibînim. Berxwedaneke gelekî mezin heye û konferans li ser perspektîfeke cuda ya femînîst û guhertina cîhana patriyarkal pêk tê. Ji bo her kesî bi rastî jî qadeke azad e. Her kes kare hest û fikrên xwe parve bike. Bi taybetî mîna konsera jineke Kurd. Gelekî xweş bû. Mirov ji konferansê sûdê werdigire. Gelo çawa pêkan e ku konferanseke ewçend mezin bê lidarxistin? Ewqas mirov û jinên bedew."

'DOZA ME DIŞIBE DOZA GELÊ KURD'

Berdekva Koordînasyona Piştgiriya bi Gelê Mapuche ya li Madrîdê Nelida Molina got, "Doza me ya berxwedanê ya li xaka Mapuce dişibe berxwedan û warê gelê Kurd. Gelek aliyên me yên hevpar hene. Bi gelê Kurd re em xwedî dîrok, kevneşopî û çandeke mîna hev e. Lewma li vir im. Ji ber vê yekê gelekî spasiya we dikim. Bi hêviya ku di têkoşînê de em xwe bigihînin hev."

DAYIKA ŞEHÎD, GORDINI JÎ AXIVÎ

Dayika Şehîd Alina Sanchez Patricia Gordini jî got, "Beriya Alina min der barê gelê Kurd de bi tiştekî nizanî bû û wê ez bi jinên Kurd re da naskirin. Hezkirina wê her tişt ji min re vegot. Belê, bandorê li min dike. Dema ku çûm cenazeyê wê veşêrim, li Şehbayê bûm, li wir jin ên tevgerê û hin mêr di nava kincên pembe de pêşwazî li min kirin. Û li wê qadê min hezkirina wê hîs kir. Tişta ku Alina timî qalê kir ev bû, têkiliya mirovî bi mirovan re, şoreş bi rastî jî gelekî eşkere bû.
Ev yek (konferans) ya herî baş e, piştrastkirina şoreşê, mafê jinan e. Mîna nêrîneke cuda ya li jiyanê ye. Li vê derê mîna ku min gelek caran bihîst kuştina jinê ne tenê kuştina jinê ye. Aliyekî tundiyê, bêdengiya kesekî her roj bi me re ye. Jinedîtî hatin an jî dervehiştin tundî bi xwe ye."

'ME HÊZ DAN HEV'

Semra Ûzûok jî got, "Ez 3 sal im li sirgûnê me. Jineke Boşnak a ji Tirkiyeyê me. Ji bo rizgariya jinê em li vir in, li hev guhdarî dikin, hev nas dikin. Ya herî girîng jî em li nava çavên hev dinihêrin û li hev dikenin. Têkoşîna me ya ji niha û pê ve wê bi hêza ku me ji vir wergirtî dewam bike. Û ev sedsal wê bibe sedsala jinê.

'EM NE TENÊ LI SER PIRSGIRÊKAN AXIVÎN, HER WIHA LI SER ÇARESERIYÊ JÎ AXIVÎN'

Ji Berdevkên Înîsiyatîfa Aştî ji Kurdistanê re, Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî û ji amadekarên konferansê Havîn Guneşere jî got, "Di demeke welê de ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê deng vedaye, me li vir du rojan konferanseke gelekî girîng lidar xist. Me careke din dît ku çîrokên me mîna hev in. Cografya cuda jî be, em ji hev dûr jî bin, rêbaza sîstema bi serweriya mêr weke hev e. Li hin deveran dibe ku sofîstîke be, dibe ku kêm bê dîtin, li hin deveran dibe ku bêhtir li pêş be, ji xwe li dijî gelê Kurd, gelê Mapuche, gelê Maya bi rengekî eşkere tê kirin. Gelekî girîng bû ku ji bo fêhmkirina vê rê û rêbazê û afirandina feraseta hevpar a têkoşînê nîqaş hatin kirin. Konferansa me di asteke girîng de bû bersiv."