Jinan bi Wekîla PE’yê Demîrel re hevdîtin pêkanîn

Şandeyek jin li Dûîsbûrgê têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li ser Kurdistanê bi Wekîla Parlementoya Ewropayê (PE) Ozlem Demîrel re hevdîtin pêkanî û dosyayek pêşkêşî wê kirin.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê şandeyek li ser navê Meclîsa Jinê ya Viyan Soran li Wûppertal û Meclîsa Jinê ya Aysel Yuksel li Dûîsbûrgê bi Parlementera PE’yê ya ji partiya Dîe Lînke Ozlem Alev Demîrel hevdîtinek pêkanîn.

Jinan diyarkirin ku dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û warên sivîl çekên kîmyewî bikar tîne û ji Parlementoya Ewropayê xwestin ku li dijî wê bikeve nav liv û tevgerê.

Piştre têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk û daxwazên li hemberî wê dosyayek pêşkêşî Demîrel hat kirin.