Jina 53 salî girtin
Ayşe Hezer, ku li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû binçavkirin, hate girtin.
Ayşe Hezer, ku li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû binçavkirin, hate girtin.
Leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê. Çekdarên dewleta Tirk derî û paceyên malan şikandin û kesên bi navê Delîl Dogan û Selman Sûna binçav kirin. Her du kesên ku li ser sedema binçavkirina wan ti agahî bi dest neket, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Ayşe Hezer a 53 salî jî, ku beriya niha li navenda navçeyê hatibû binçavkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hate girtin. Dadgeriya Tirk Ayşe Hezer şand Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê.