'Jin wê ji têkoşînê venegerin û serî netewînin'
Serhat: Mîna li Bakurê Kurdistanê hat dîtin, îşkence û zilma faşîzmê çiqasî hilweşîne û derdorê bike dojeh jî, jin wê vî welatî veguherînin bihuştê.
Serhat: Mîna li Bakurê Kurdistanê hat dîtin, îşkence û zilma faşîzmê çiqasî hilweşîne û derdorê bike dojeh jî, jin wê vî welatî veguherînin bihuştê.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, têkoşînên jinan ên cîhanê ji dema bihurî heta roja îro, Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd û cudahiya navbera wan, ji ajansa me re nirxand.
Serhat, jinên şoreşger ên ku 8'ê Adarê afirandin; Clara Zetkîn, Rosa Luksembûrg, Alexandra Colontaî, Olîmpîa Degoes, Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Viyan û hemû jinên şoreşegr bibîr anî.
Serhat da xuyakirin, ku dilsoziya bi bîranînên wan re ji bo wan soza şoreşê ye û got, "Bi coşa şoreşeke mezin me dest bi sala 2017'an kirine. Ez hemû hevrêyên me yên li çiyê, li çeperên şer û li zîndana li ber xwe didin silav dikim.
Bi wesîleya 8'ê Adarê silavên xwe ji Rêberê me re dişînim, ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê afirand û hevrêtiya herî bedew bi jinan re dike."
'8'Ê ADARÊ DESTPÊKA JI NÛ VE NIVÎSANDINA DÎROKA JINÊ YE'
Serhat da xuyakirin, ku pêvajoya heyî ji bo jinan pêvajoyeke krîtîk e û anî ziman, ew bi israr û biryardariya têkoşînê, saleke nû ya bi destketiyan dagirtî, pêşwazî dikin.
Serhat diyar kir, têkoşîna jinê, bi keda jinê ya li çar aliyên cîhanê re rabûna li ber zilm û astengiyan e û destnîşan kir, ku ku ev yek navê ji nû ve afirandina dîrokê ye.
Serhat da zanîn, ew 8'ê Adarê ne tenê weke rojekê dibînin û got, "Em weke destpêka nivîsandina dîrokê bi nav, ziman û rengê jinê, dibînin."
'GIRÎNG E PIRSGIRÊKA ZAYEND DI NAVENDA TÊKOŞÎNÊ DE WERE BICIHKIRIN'
Ronahî Serhat da xuyakirin, ku têkoşîna jinê ya cîhanê hê ne gihaştiye asta hevpar a tê xwestin û got, "Di sala 2017'an de jin bi dengekî bilind ê 'NA' bersivê didin vê rewşê. Bi amûr û argumanên têkoşînê re ev yek tê redkirin. Lê belê têkoşîn parçebûyî ye, hevdu temam nake. Ne di wê astê de ye ku tê xwestin. Ji aliyê jinan ve her çend pirsgirêkên me hevpar jî bin, têkoşîneke hevpar nayê afirandin. Lewma her têkoşîn li nava sînorê welatê xwe dimîne."
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat wiha dewam mkir:
"Bêguman hin guhertin hene. Em nikarin niha bi hêsanî bêjin; têkoşîneke nû ya enternasyonalîst bi pêşengiya jinan pêk tê. Ji ber vê yekê, em nerazîbûna bi mîlyonan jinan nîşanî Trûmp dan, ne weke nerazîbûneke li dijî şexsekî bi tenê dibînin. Em vê nerazîbûnê weke rabûna li ber vê sîstemê dibînin. Nerazîbûnek li dijî sîstema baviksalariyê ye. Nerazîbûnek li dijî sîstema kapîtalîst e. Eger ev têkoşîn sîstemeke nû nafirîne, wê Trûmpên nû derkevin holê. Ji xwe gelek dîktatorên faşîst bûn desthilatdar û hilweşiyan. Lê yên nû jî di nava hewes û hewldanan de ne.
Ji ber vê yekê, girîng e ku pirsgirêka zayendê weke navenda têkoşînê bê dîtin. Ev yek ji bo tevgerê sosyalîst, partiyên sosyalîst, tevgerên çep û demokrat gelekî girîng e."
'PÊWÎSTÎ BI ANALÎZEKE RAST Û TÊKOŞÎNEKE RADÎKAL HEYE'
Ronahî Serhat diyar kir, divê zîhniyeta serdestiya mêr a pênc hezar salî ji holê were rakirin û got, "Lazim e sîstema serdestiya mêr a pênc hezar salî, sîstema şaristaniyê, dîroka şaristaniya çînî, dîroka civaka çînî rast bên nirxandin û têkoşîna jinê di vê çarçoveyê de were meşandin. Pêwîstî bi analîzeke rast û têkoşîneke radîkal a li dijî sîstemê heye. Lewma Rêberê me paradîgmaay jinê weke afirandineke alternatîf danî pêşiya me.
Li ser bingeha vê paradîgmayê, em têdikoşin ku têkoşîna jinê ji binî ve bi rengekî radîkal biguherînin. Îdeolojiya Rêbertî, li şûna 'azadiya zayendî' 'azadiya civakê' datîne pêşiya xwe. Weke partî û tevgera jinên Kurdistanê, em vê pirsgirêkê ne tenê weke pirsgirêka li Kurdistanê dibînin."
Ronahî Serhat destnîşan kir, ku pêkane ew li dora nirxên gerdûnî hê bi xurtî li hev bicivin.