'Jin wê di sala 2017'an de bi çalakiyên radîkal xwe biparêzin'

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya sala nû peyameke nivîskî weşand û diyar kir, sala 2016'an bû saleke qirkirina jinê. KJK'ê destnîşan kir, jin jî bi xurtî li dijî vê qirkirinê têkoşiyan.

Di daxuyaniya KJK'ê de, ji bo pêşîgirtina li qirkirina civakê û qirkirina jinê bang li hemû jinan kir û got, "Em sala 2017'an bikin saleke ku piştgirî, rêxistinbûn, berxwedan û destketiyên jinan derketine asta herî bilind."

Di dewama daxuyaniya KJK'ê de hat ragihandin, sala 2016'an ji bo jinan, hêzên demokratîk, çep, sosyalîst, bindest û berxwedêran bû saleke xurt a têkoşînê û bal hat kişandin ser êrîşên di nava salê de li dijî jinan hatin kirin.

KJK'ê diyar kir, di nava salê de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê, şîdet, destavêtin, zayendîperestî û qirkirina jinan zêde bû û destnîşan kir, di serî de li Kurdistanê, jin li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê li dijî van êrîşan li ber xwe dan û hê jî li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de işaret bi berxwedana jinan a li qadên xwerêveberiyê hate kirin û hat gotin, "Di şexsê Pakîze, Fatma, Asya û Dayika Taybet de, ku ji bo siberoja azad gelê me û jinan bi lehengî şehîd bûn, di şexsê pêşengên me yên gel û hevrê Berfîn, Axîn, Bengî, Gulan û Serhildan de hemû şehîdên xwe yên bûne abîdeya berxwedana şoreşgerî bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku berxwedana wan a destanî ya li ser navê hemû jinan meşandine, li ser bingeha avakirina jiyana azad em ê bêteredût bidomînin."

'JI HEMÛ SERDEMAN GIRANTIR ÊRÎŞÊN HOVANE HATIN KIRIN'

KJK'ê bibîr xist, ku li dijî destketî, îdîaya jiyana azad û nirxên neteweyî yên gel û jinên Kurd, ku bi dayîna berdêlên giran bi dest xistibûn, Erdogan û dewleta AKP'ê ji hemûs erdman girantir êrîşên hovane pêk anîn û wiha dewam kir: "Desthilatdariya faşîst a Erdogan-AKP'ê xwest destketiyên gelê me li Kurdistanê tine bike û teslîmiyetê ferz bike. Bajar hatin xerakirin, gelê me bi zorê hatin koçberkirin, li qada siyaseta demokratîk nûnerên gel dîl hatin girtin, sazî hatin girtin."

KJK'ê da xuyakirin, rejîma afşîst a AKP'ê ji bo desthilatdariya şexsekî ya Erdogan mayînde bike, êrîş bir ser Kurdan, hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û jinên pêşengiyê ji van re dike.

Di dewama daxuyaniya KJK'ê d hat gotin, "Ji ber ku dizane yekane hêza bingehîn a pêşî lê bigire Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna gel e, tecrîda herî giran a li ser Rêber Apo dişidîne. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, bi tifaqa bi çeteyan re êrîşî gelê me û hêzên parastinê yên gel dike. Qedera xwe bi pêşîgirtina li statuya siyasî ya Kurdan, bi dijberiya li Kurdan ve girêdaye."

KJK'ê da zanîn, li dijî van êrîşên giran û berfireh, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bi dayîna berdêlên giran berxwedaneke bêhempa afirandine, li ber xwe dane û hê têdikoşin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di sala 2017'an de li dijî van êrîşên faşîst, divê weke jin û gel em li dora Rêbertî bicivin, ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo divê em bênavber têbikoşin. Têkoşîna me bi şiyara 'Azadiya Rêberê me azadiya me ye' tevdigere. Lewma divê em beralîtikirina xeteriyên li ser Rêberê me, pêkanîna azadî û ewlekariya jiyana Rêberê xwe bikin navenda têkoşîna xwe. Di serî de li Kurdistanê, li her cihê ku Kurd lê ne, divê em di sala 2017'an de çalakiyên girseyî, dewlemend û encamgir bi pêşengiya jinan lidar bixin.

Di serî de li Rojava û Şengalê, jinên Kurd li ser navê hemû jinan berxwedaneke bêhempa bi têkoşîneke rêxistinbûyî dimeşînin. Têkoşîna jin û gelê Kurd a li dijî rejîma faşîst a AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê nîşan daye, ku têkoşîna rêxistinbûyî bi ser dixîne. Di vê serdemê de ku Rojhilata Navîn veguheriye derya xwînê û li her devera cîhanê jin tên kuştin, eger têkoşîn û berxwedana hevpar û rêxistinbûyî ya jinan û bindestan nebe, jiyaneke demokratîk û azad nepêkan e. Mîna ku di şoreşa Rojava de îspat bû, yên xwe bi rêxistn nekin, nebin yek û li ber xwe nedin, wê têk biçin. Yên xwe bi rêxistinb ikin, yekîtiya hêzê ava bikin û li ber xwe bidin, wê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em di sala 2017'an de weke jin û gel rêxistinbûna xwe, yekîtiya xwe ya neteweyî û berxwedana xwe mezintir û hîn radîkal bikin. Ji bo pêkhatina yekîtiya neteeyî ya Kurdan, kombûna kongreya neteweyî û avakirina mekanîzmaya biryara hevpar û parastinê, ku ev ê siberoja gelê me garantî bike, divê em bixebitin. Lazim e pêşî li polîtîkaya parçe bike-birêve bibe ya hêzên mêtînger bê girtin û destûr ji siyaseta şer di navbera Kurdan de derxîne, neyê dayîn."

'EM ENIYA BERXWEDANA HEVPAR A JINAN AVA BIKIN'

KJA di daxuyaniya xwe de diyar kir, bi avakirina eniya berxwedanê ya hevpar dikare pêşiya êrîşan were girtin û bi vî awayî sala 2017’an dikare bibe bihara jinan. 

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Weke jinan, li dijî faşîzma zilam-dewlet serweriyê divê em eniya berxwedanê ya hevpar a jinan ava bikin, têkoşîna xwe li hemû qadên jiyanê gurtir bikin. Ji bo avakirina jiyana azad a hevpar a gelan, bi beşên civakê yên kedkar, demokratîk, çepgir, sosyalîst, ekolojîst divê em pêşengiya têkoşîna hevpar bikin. Di siyaseta demokratîk de, rêxistiniya civakî de û hişmendîbûnê de, di xweparastinê de bi pêşengiya jinan li dijî faşîzmê, dîktatoriyê, zayendîparêziyê, li dijî qirkirina jinan û civakê divê em berxwedana giştî gur bikin. Bi şerê mezhebî û etnîkî hewl tê dayin ku xaka me ya qedîm, dîroka me were tinekirin. Em tenê bi yekbûnê û têkoşîna hevpar dikarin pêşî li vê bigirin. Bi wêrekî, vîn, azweriya xwe ya li azadiyê û hevkariyê jin divê pêşengiya berxwedan û têkoşînê bikin. Bi hevalbendiya dîrokî ya jin, çewisandî û kedkaran, divê em têkoşîna şoreşgeri ya bi wî rengî bidin ku împaratoriya tirsê ya ku faşîzma desthilatdariya mêr-dewletê têk bibin. Divê em hewldana tinekirina hêviyê, rihê berxwedanê, kevneşopiya berxwedana civakî, bi têkoşîna xwe ya şoreşger û rêxistinî pûç bikin. Bi destketiyên jiyana azad û têkoşîna azadiyê divê em 2017’an bikin sala azadiyê ya jinan, çewisandiyan û bihara gelan."

KJA di dawiya daxuyaniya xwe de sersala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû bindestan, jinan, kedkar û gelan pîroz kir û wiha got:

"2017 wê bibe saleke wiha ku jin xweprastina xwe bi çalakiyên herî radîkal pêk tîne, wê pêşengiya berxwedana civakî bike û jin, çewisandî, sosyalîst û parêzerên jiyana azad wê berxwedana mezin nîşan bidin. Em 2017’an bikin sala hevgirtina jinan, rêxistiniyê, berxwedanê û destketiyên mezintirîn.

Li ser vê bingehê bi baweriya ku jiyana azad a dayikên me, hemû jinên berxwedêr, çewisandî, kedkar û dildarê azadiyê em ê pêk bînin, em sersla nû pîroz dikin. Em sersala Rêber Apo ku bi berxwedana xwe ya mezin û kesayatiya xwe ya azad, berxwedaniya jiyan û têkoşînê diyarî me kiriye, sersala hemû hevrêyên xwe yên ku bi lehengî li ber xwe didin bi hezkirin û bêrîkirinê pîroz dikin. Siberoja azad wê ya berxwedêrên rêxistinbûyî û têkoşerên biryardar be."