Jin tevlî pêvajoyê dibin

Jin tevlî pêvajoyê dibin

Endama Meclisa HDK'ê Yurdusev Ozsokmenler, di komxebata “Em jin temaşe nakin, em ji bo aştiyê têdikoşin" de axivî û diyar kir ku li cîhanê 102 qadên pevçûnê hene û wiha got: “Di van qadan de ji sedî 8’ê wan jin li ser masê rûniştine. Cihê herî zêde jin tev li pêvajoya aştiyê bûne Afrika ye. Ger ku em jin xwe bi rêxistin nekin û tev li pêvajoyê nebin kes jinan nahesibîne"

Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê, li Navenda Tum Bel-Senê komxebata "Em jin nabin temaşevanên pêvajoyê em dê ji bo aştiyê têbikoşin" pêk anîn. Di komxebate de “endama MYK'ê ya Tum Bel-Senê û endama Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê ya Enqereyê Sati Çali Burunucu, Seroka Rêxistina EMEP'ê ya Enqereyê Îlke Işik Sagdiç, Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Hevseroka HDK'ê ya Enqereyê Gulistan Aydogdu, Endama Meclisa HDK'ê Yurdusev Ozsokmenler, Femînistên Sosyalist, Halkevî, ÎHD û gelek kesên din amade bûn. Beriya vekirina komxebatê sinevizyonek hat temaşekirin.

Jinan piştî pêşandan temaşekir, Seroka EMEP'ê ya Enqereyê Îlke Işik Sagdiç, diyar kir ku ew dê li Enqereyê aştiyê niqaş bikin û wiha got: "Me jinan êşên mezin kişandin. Jin rastî tundî, xizanî, zext û hemû zordariyan hatin. Niha em behsa hêviyên aştiyê dikin. Niha aştî tê axaftin. Em dibêjin jin çawa karin piştgiriyê bidin aştiyê."

Pişî axaftina vekirinê ewil Endama Vakfa Piştevaniya Jinê ya Enqereyê Gulsen Ulker, diyar kir ku hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn pêdiviya wan bi aştiyê heye û wiha got: "Me ji bo aştiyê Platforma Jinan a Ji bo Aştiyê ava kir. Em dê vê pêvajoyê pêk bînin. Ji bo vê yekê jî em dê têkoşînê bidin."

'JI BO AZADÎBÛNÊ DIVÊ EM TÊBIKOŞIN Û BIBIN AKTOR'

Endama Meclisa HDK'ê Yurdusev Ozsokmenler jî anî ziman ku jin her tim li aştiyê difikirin û tu carî jinan şer nexwestiye û wiha got: "Em dê çawa bifikirin? Çi bikin? Em dê aştiyê çawa pêş bixin? Di serdema şer de jin û mêr bi qasî hev ji şer bandorê nagirin. Di şer de herî zêde jin birîn dibin. Ruh, hest û ramanê wan birîn dibin. Herî zêde jin dikevin bin bandora tundiya şer. Zilam her tim dibêje bikuje, lê bide, pêk bîne û bi vê ferasetê tev digere. Her tim li malê li dijî jinê tundiyê pêk tîne. Em jin ne tenê ji ber ku em mexdûr in, em ji bo hemzayendê xwe jî têdikoşin. Divê em bêtir têbikoşin û bibin pêşengê sereke. Em jin temaşe nakin, em ji bo aştiyê têdikoşin. Li cîhanê 102 qadên pevçûnê hene. Di van qadan de ji sedî 8’ê wan jin li ser masê rûnitine. Cihê herî zêde jin tev li pêvajoya aştiyê bûne Afrika ye. Ger ku em jin xwe bi rêxistin nekin û tev li pêvajoyê nebin kes jinan nahesibîne. Di nava PKK’ê de jî gerîllayên jin hene."

'PIRANIYA NIFÛSA TIRKIYEYÊ AŞTIYÊ DIXWAZE'

Endama Hîndekariya ODTU Ayça Kurtoglu jî anî ziman ku piraniya nifûsa Tirkiyeyê aştiyê dixwaze û yekem car di vê pêvajoyê de piraniya civakê erênî li vê pêvajoyê dinere û aştiyê dixwaze.