Jin teslîmî Qesra Erdogan nebûn

Tevî komkujî, girtin û gefên hatin xwarin jî jin teslîmî Qesra Erdogan nebûn. Li dijî pêşnûme qanûna ku zewaca bi tecawizkar li ser zarokên keç ferz dikir, jin daketin kolanan. Di encama vê têkoşînê de desthilatdariyê paş ve gav avêt.

Desthilatdariya AKP/Qesrê li Silopiyayê 3 siyasetmedarên jin kuşt û bi vî rengî dest bi sala 2016'an kir. Komkujiyên li jinan heta dawiya salê dewam kirin. Lê belê, tevî komkujî, girtin û gefên hatin xwarin jî jin teslîmî Qesra Erdogan nebûn.

REJÎMA AKP/QESRÊ BI KOMKUJIYA LI JINAN DEST BI SALÊ KIR

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê lê dihat meşandin, roja 4'ê Çileyê endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sevê Demîr, endama Kongreya Jina Azad Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ji aliyê hêzên taybet ên Qesra Erdogan ve bi zanebûn û taybetî hatin kuştin. Di heman êrîşê de rêveberê DBP'ê yê Silopiyayê Cabbar Çagatay jî birîndar bû û Çagatay bûyera înfazê piştrast kir. Ev komkujiya li Silopiyayê, li rojên salvegera Komkujiya Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, rast hat. Vê yekê hêrsa jinan mezin kir. Jinan di 9'ê Çileyê de bi wêneyên her 6 jinan meşiyan.

Di berxwedana xwerêveberiyê de jin her tim bûn hedef. Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel yek ji wan mirovan bû ku li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hatin şewitandin. Gotina 'Em li vir in, em Cizîrê naterikînin' a Yuksel ji nifşên nû re ma. Hevseroka berê ya HDP'ê yanavçeya Mîlasê Derya Koç jî, ku li jêrzemîna duyemîn a hovîtiyê bû, çend saet piştî ku bi rêya telefonê tevlî weşana zindî ya televîzyonê bû, hate kuştin.

Di 3'ê Çileyê de li Sûrê, Melek Alp Aydinci li ser sifra taştê hate kuştin.

Dewleta Tirk sûcên di salên 1990'î de dikir, ku bedena gerîlayên jin ên jiyana xwe ji dest dan tazî dikir û bi vî rengî nîşan dida, di sala 2016'an de jî ev rêbaza xwe ya şerê qirêj dewam kir.

JIN BÛ PÊKHATEYEKE ÇALAK A BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ

Tevî êrîşên giran jî, jinan qadên xwerêveberiyê neterikandin. Li Cizîrê, jinan bi tilîliyan bersiv dan qedexeya derketina derve û êrîşên bi tankan. Tevî YPS ku ji bo parastina qadên xwerêveberiyê hate ragihandin YPS Jin jî hate îlankirin. YPS Jin li Nisêbînê ava bû. 

Jinên li qadên dorpêçkirî, cenazeyên xwe li erdê nehiştin. Çarikên xwe yên spî kirin al û hewl dan cenazeyên xwe rakin. Li Şirnexê, li Cizîrê jinên bi vî rengî tevgeriyan, bûn hedefa guleyên dewletê. Ji bo rizgarkirina mirovên li jêrzemînên hovîtiyê, jinên Cizîrê çarikên xwe yên spî kirin al û hewl dan xwe bigihînin van avahiyan. Lê belê her carê hêzên dewletê gule li wan reşandin.

KUŞTINA JINA KÊM NEBÛ

Di sala 2016'an de hejmara kuştina jinan zêde bû. Jin ji aliyê mêrên ku dixwestin jê cihê bibin an jî daxwaza wan a zewacê qebûl nekirin, hatin kuştin. Mêran di nava salê de ji Abide Demîrlî ya 70 salî heta Cansû Kaya ya 18 salî herî kêm 300 jin kuştin. Jinan ji bo mafê jiyanê daketin kolanan. SKM'ê di 11'ê her mehê de bi dirûşma 'Em dixwazin bijîn' li Stenbol, Îzmîr, Enqere û Samsûnê çalakî lidar xistin.

Di sala 2016'an de gelek bûyerên destdirêjiya li zarokan rû da. Bi taybetî li saziyên dewletê û wargehên cemazetê, destdirêjî û destavêtina li zarokan, rû da. Weqfa Ensar di vî warî de bû mînakek ku bal kişand ser xwe. Tevî vê yekê jî ev weqf nehat girtin û Wezîra Polîtîkaya Civakî û Malbatê ya AKP'ê Sema Ramazangolû bi gotina 'Rûdana bûyereke bi vî rengî ji bo carekê, ne sedema girtinê ye' xwedî lê derket.

Desthilatdariya AKP/Qesrê hewl da polîtîkaya ku jinê li malê dike koleya mêr, bixe meriyetê. Di raporeke Komîsyona Cihêbûnê ya Meclîsê de, pêşniyara zehmetkirina cihêbûnê cih girt. Jinên ku dîtin AKP dixwaze vê pêşniyarê bike qanûn, bi dirûşma 'Li şûna cihêbûnê pêşî li kuştina jinan bigire' daketin kolanan.

PIŞTGIRIYA JINAN RÊ LI BER AZADIYÊ VEKIR

Çîlem Oz, ku li dijî hevserê xwe yê berê mafê xweparastinê bi kar anî û ew kuşt, bi 17 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Bi saya piştgiriya jinan Oz bi kefaletê hate berdan. Çîlem Oz bi gotina "Ji bo nemirim, neçar mam bikujim" xwe parast. Li Kocaeliyê, Damla Kûtûlû ku 15 salan şîdet ji hevserê xwe didît, hevserê xwe kuşt û beraat kir. Li Bûrsayê, Meryem B. xezûrê xwe Çetîn B. ê dest dirêjî wê dikir bi kêrê kuşt û beraat kir.

Navên Nevîn Yildirim, Yasemîn Çakal, Çîlem Dogan ên hatin kuştin, li hin kolanên Kadikoyê hate kirin.

TEVÎ QEDEXEYÊ JÎ JIN DAKETIN KOLANAN

Jin di 8'ê Adarê de tevî qedexeya AKP'ê jî daketin kolanan. Jinan biryar dan çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê li Silopiyayê bidin destpêkirin. Ji gelek bajaran jinan berê xwe dan Silopiyayê lê li pêşiya navçeyê hatin astengkirin. Tevî vê yekê jî jin li Silopiyayê li hev civiyan.

Tevî qedexe û astengiyên AKP'ê jî jin di 8'ê Adarê de li Stenbol, Enqere, Amed, Samsûn, Îzmîr û gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn kolanan.

JIN JI BO AŞTIYÊ DAKETIN KOLANAN

Jinan di sala 2016'an de bi israr daxwaza aştiyê kirin. Li gelek deverên Stenbolê jinan nuqteyên aştiyê ava kirin. Di 31'ê Çileyê de li Kadikoyê li hev civiyan û gotin "Em şer qebûl nakin", "Em alîgirê jiyanê ne, nikarin xwe li mirinê rabigirin", "Heqîqet û muzakere".

Jinan bi her rê û rêbazê li ber şer rabûn. Mamoste Ayşe Çelîk beşdarî bernameyeke televîzyonê ya bi navê 'Beyaz Show' bû û got, "Bila zarok nemirin". Ev gotina Çelîk bi carekê ve bû rojev. Li dijî wê kampanya lînckirinê dest pê kir û doz lê hate vekirin. Jin ji bo xwedî li Çelîk derkevin, xwe îxbar kirin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINAN PIŞTÎ 15'Ê TÎRMEHÊ ZÊDE BÛN

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê gef û êrîşên li dijî jinan zêde bûn. Li otobuseke şaredariyê, kedkara tenduristiyê Ayşegul Terzî bû hedefa şîdeta zayendî. Kesê bi navê Abdullah Çakiroglû, ji ber ku şort li xwe kiribû êrîşî Terzî kir. Êrîşkar serbest hat berdan û li ser nerazîbûna jinan Çakiroglû hate girtin. Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jina ducanî Ebrû Tîrelî ji ber ku li parka ber mala xwe dimeşiya, bû hedefa êrîşa mêrekî. Piştî bûyer ket rojevê, êrîşkar hat binçavkirin û girtin.

YEKANE AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ HATE GIRTIN

Rewşa Awarte, ku AKP'ê di bin navê 'têkoşîna li dijî darbekaran' de ragihand, herî zêde jin mexdûr kir. Bi biryareke di hukmê qanûnî de, ku roja 29'ê Cotmehê hate weşandin, yekane ajansa nûçeyan a jinê JINHA hate girtin. Dûre rêxistinên jinan hatin girtin, bi rêya qeyûman hevşaredarên DBP'yî hatin desteserkirin û weke karê destpêkê yê qeyûman jî saziyên jinan ên şaredariyê hatin girtin.

Her wiha saziya Kongreya Jina Azad hate girtin, Berdevka wê Ayla Akat Ata di dema daxuyaniya çapemeniyê ya Amedê de hate binçavkirin û piştre hate girtin. Li ser vê yekê jinan biryar dan xwe bi navê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rêxistin bikin. Wekî din 9 jin li hev civiyan û kovara Jineolojiyê derxist.

SIYASETMEDARÊN JIN HATIN GIRTIN

Jin bû hedefa operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca, Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, parlamenter Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Nûrsel Aydogan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî din av de gele hevşaredarên jin hatin girtin.

JINAN BERÊ XWE DAN ŞOREŞÊ

Ji jinên Tirkiyeyî yên berê xwe dan Şoreşa Rojava Sevda Çagdaş û Eylem Ateş tevlî karwanê nemiran bûn. Dewletê bi mehan nehiştin cenazeyê Ataş radestî malbatê bê kirin. Di encama çalakiyan de cenazeyê Ataş piştî 101 rojî radestî malbatê hate kirin û li Edeneyê ji aliyê jinan ve hate veşartin.

Di dawiya sala 2016'an de jinan bi desthilatdariya AKP/Qesrê gav paşde dan avêtin. Pêşnûme qanûna AKP/Qesrê ku hewl dida tecawizkaran bi zarokên tecawizî wan kiriye bide zewicandin û ji cezakirinê rizgar bike, bû sedema nerazîbûneke mezin a jinan. Jinan bi çalakiyên xwe yên li gelek bajaran bi desthilatdariyê paşde gav dan avêtin û desthilatdariya AKP'ê neçar ma vê pêşnûmeyê vekişîne.