Jin li nava Partiya Çep a Kesk li hev dicivin

Jin ên ji Partiya Çep a Kesk diyar kirin ku hilbijartin ji bo jinan gelekî krîtîk e û bang kirin ku li nava Partiya Çep a Kesk li hev bicivin.

Li dijî tirsa ku desthilatdariya AKP-MHP'ê afirandiye, li hemberî rejîma yek şexsî û desteserkirina destketiyên jinan, jin li nava Partiya Çep a Kesk li hev kom dibin. Jinan diyar kirin ku hilbijartina vê carê ji bo jinan hilbijartina herî krîtîk e.

Hevberdevka Enqereyê ya Partiya Çep a Kesk Gulcan Tarkan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku armanca wan demokratîkkirina komarê ye. Tarkan got, "Mirov dikare perspektîfa siyasî ya Partiya Çep a Kesk di bin çar sernavên bingehîn de pênase bikin; edaleta aborî, edaleta hawirdor û avhewayê, edaleta naskirinê û edaleta tevlîbûnê. Hebûna Çep a Kesk a xurt li Meclîsê tê wê wateyê ku têkoşîna ji bo demokratîkkirina komarê li her derê bê bilindkirin. Armanca me ew e ku rejîma komarê bigihînin demokrasiyê."

JI BO AZADIYA JINAN

Seroka Navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulçîn Polat jî got, "Ev hilbijartin ji bo rizgariya ji felaketa sedsalê û ji bo avakirina destpêka sedsaleke demokratîk girîng e. Bi taybetî ji bo jinan hilbijartineke krîtîk e. Ji bo azadiyên xwe, ji bo rizgariya ji desthilatdariya AKP'ê em gelekî girîng dibînin. Em jin, ku vê felaketa 20 salan bi kûrahî hîs dikin, divê piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk."

Yagmûr Alaz Gulveren ragihand ku wê dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û ji bo hincetên xwe jî got, "Em guherîna li zanîngehan bi çavên xwe dibînin. Em ji tirsa ku desthilatdariyê afirandiye û ji vê guherîna li zanîngehan kiriye aciz in. Di heman demê de ji bo Peymana Stenbolê jinûve bikeve meriyetê ez vê hilbijartinê girîng dibînim. Ji bo mamosteyên me li zanîngehê vegerin, ji bo dawî li kuştina jinan û destavêtina li jinan bê anîn, di heman demê de ji bo girtiyên siyasî bêne berdan ez ê dengê xwe bidim Partiya Çep a Kesk."