Jin li ber Soylû rabûn: Lêborînê bixwaze, îstifa bike

Jinên Wanî, piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû gef li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xwar, xwestin ku Soylû lêborînê bixwaze û îstîfa bike.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû piştî hişlbijartina 24’ê Hezîranê kuştina yekî li Agirî kire hincet, bi telefonê li Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan geriya û gefa kuştinê li Buldan xwaribû.

Li ser vê gelek rêxistinên jinan li dijî Soylû helwest nîşan da û xwestin ku Soylû lêborînê bixwaze û îstîfa bike.  Jinên  Wanî jî helwesta xwe li dijî gefên Soylû nîşan dan.

‘EM QEBÛL NAKIN KU HEVSEROKA ME WERE KÊMKIRIN’

Ceyda Dîndar gefa Soylû ya li Buldan xwarî şermezar kir û got, ‘’Em qebûl nakin ku hevseroka me were kêmkirin. Soylû li gel ku bi rengekî vekirî li gefa xwe mikur hat jî wezareta dadê tiştek nekir. Em jin heta dawiyê em ê li rex hevseroka xwe bin û pêvajoya hiqûqî bidomînin.’’

‘GEFA LI HEMÛ JINAN  E’

Mukaddes Karakoç got divê wezîr  aramiyê ava bike, dev ji zimanê bi hêrs û kînê berde û got, ‘’HDP partiya sêyan a meclîsê ye. Pervîn Buldan Hevserok e. Gefa li PErvîn atî xwarin gefa li 6 milyon mirov e.’’

Karakoç got divê Soylû demildest dev ji gefên xwe biqere, lêbroînê bixwaze. Mukaddes Karakoç her wiha got ew ê ti carî vê rewşê qebûl nekin, şermezar dikin.

Wekîla HDP’ê ya Wanê Muazzez Organ jî got Soylû ji bo ku cihê xwe di nav AKP’ê de qeyîm bike gef li Buldan xwariye û got: ‘’Suleyman Soylû gef li şêniyên gund, Pervîn, li hilbijêrên HDP’ê xwariye. Di hilbijartinan de li gel hemû dek û dolaban, Rewşa Awarte HDP bend derbas kiriye û hemû planên wan hilweşandine. Ji bo vê jî Soylû di nav AKP’ê de ji bo ku cihê xwe qeyîm bike van gefan dixwe. Em ê pêvajoya hiqûqê ya vê gefê bişopînin.’’