Jin ji bo Ocalan li Amedê di nobetê de ne
Jin ji bo Ocalan li Amedê di nobetê de ne
Jin ji bo Ocalan li Amedê di nobetê de ne
Hevparên DOKH'ê yên Amedê bi minasebeta 64'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobeta "Ji Ocalan re azadî" ya dê hesta sibê berdewam bike da destpêkirin.
Hevparên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê bi minsebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Koşuyoluyê nobeta "Ji Ocalan re azadî" ya dê heta sibê berdewam bike dan destpêkirin.
Parlementera BDP'ê Emîn Ayna, Dayîkên Aştiyê û bi sedan jin serê sibê li Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Jin derbasî konê ji bo nobetê hate vedan û dowîzên "Heta jin azad nebe civak azad nabe", "Heqîat evîn e evîn jiyana azad e" di kon de daliqandin. Li ser navê jinan Rêvebera Komeleya Jinan a Selîsê Ruşen Seydaoglu daxuyanî xwend û wiha got: "Birêz Ocalan dixwaze bi demokrasiyê re ji hemû gelan re azadiyê bîne. Birêz Ocalan dixwaze ji jin û zarokan re azadiyê pêk bîn e. Em dixwazin bê şert Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo vê yekê em dest bi nobetê dikin."
Piştî daxuyaniyê jin derbasî kon bûn. Nobeta jinan dê sibê saet di 09.00'an de bi dawî bibe.