BI DÎMEN

Jin ên ciwan rejîma şexsekî naxwazin

Jin ên ciwan ên Amedî dibêjin, eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê welat bikeve nava karesatekê.

Der barê referandûma 16'ê Nîsanê de me nêrîna jin ên ciwan girtin. Jinên ji Amedê dan xuyakirin, ku ew ê di referandûmê de dengê 'NA' bidin.

MIZGÎN TÛRAY: Bi dîtina min, Tirkiye ji bo sîstemeke bi vî rengî ya serokatiyê ne amade ye. Sîstema serokatiyê ya li ser me ferz dikin, bi sîstema serokatiyê ya Amerîkayê re tînin ber hev. Lê tiştekî ji bîr dikin; Di sîstema serokatiyê ya Amerîka de senato û sîstemeke dadgeriyê ya ku dikarin serok kontrol bikin, hene. Rewşeke bi vî rengî li Tirkiyeyê nîne. Di vê sîstemê de erk hemû di destê şexsekî de kom dibin. Pirsgirêk ne Erdogan an jî kesekî din e. Pirsgirêk şexsek e. Ji ber vê yekê ez dibêjim NA.

Eger di referandûmê de dengê NA bi ser bikeve, xuya ye rewşeke kaosê ya mîna piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê derkeve holê. Lê eger dengê Erê bi ser bikeve, hingî wê mûxalîf êdî qet nikaribin derkevin kolanan û timî zext li wan bê kirin. Ez ji vê derê bang li ti partiyekê yan jî hilbijêrên wan nakim. Ez bang li her kesî dikim ku li siberoja me ya hevpar bifikirin û biryara rast bidin.

'DIXWAZIN WELÊT BI SÎSTEMA PADÎŞAHIYÊ BI RÊ VE BIBIN'

AYSÛN KOÇ: Eger di referandûmê dengê Erê bi ser bikeve, wê welat bi sîstema 'padîşahiyê' ku hemû erk di destê şexsekî de ye, bê birêvebirin. Her kes wê neçar bimîne serî li ber gotin û daxwaza şexsekî bitewîne. Ev ne rewşeke ku were qebûlkirin. Ji ber vê sedemê dibêjim NA. Desthilatdariyê, ji bo rejîma şexsekî, parlamenterê bi vîna gel hatin hilbijartin binçav kirin. Ev rewş bi tena serê xwe têrê dike, bê wê çi bê kirin. Bêguman her kes xwedî vînekê ye û rastiya her kesî li gorî xwe heye; lê belê eger dengê Erê bi ser bikeve, wê sîstema şexsekî welêt bikeve nava karesaetekê!

'DENGÊ 'ERÊ' WÊ BIBE WINDAHIYA MIROVAHIYÊ'

NEZAHAT GURBUZ: Dema mirov li rewşa heyî dinêrin, li welêt ji xwe sîstemeke serokatiyê heye û hemû erk di destê Serokkomar de ye. Ya ku di referandûmê de dixwazin bikin ew e, ku vê rewşê bikin nivîskî. Rewşa ku di dema desthilatdariya AKP'ê de bi serê me ve hatin li holê ye. Ji ber ku naxwazim sîstem hê bêhtir bêrehm bibe, dibêjim NA. Di vê çarçoveyê de bang li mirovan dikim, ku li nifşên piştî xwe bifikin û bi zanebûn tevbigerin. Dengê 'Erê' wê bibe windahiyek ji bo mirovahiyê.

'EM SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK DIXWAZIN'

MELEK ZENOL: Berevajî îdîayên li meydanan tên kirin, em dizanin ku sîstema tê xwestin ne weke ya sîstema li Amerîka ye, sîstema tê xwestin a şexsekî ye. Weke gel em sîstema şexsekî naxwazin, sîstemeke parlamenter a pirrengî dixwazin. Ji ber vê yekê em dibêjin NA. Eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, hingî wê mafêm e nemîne ku dest li rewşê werdin. Ji ber vê yekê divê em bêjin NA.

'EM WELATEKÎ KU ŞER LÊ NÎNE DIXWAZIN'

BÛKET DENÎZ: Ez ê di referandûmê de bêjim NA, ji ber ku welatekî ku ji aliyê şexsekî ve tê birêvebirin û karên ol û dewletê di nava hev de tên meşandin, naxwazim. Li Tirkiyeyê ji xwe niha sîstema serokatiyê heye. Bi referandûmê re dixwazin vê fermî bikin. Welatekî aram, ku şer, bêkarî û winda lê nîne, welatekî bi aştî dixwazim. Lewma ez ê dengê NA bidim.