'Jin divê her roj têbikoşin'
Jinên Amedî gotin, têkoşîn û xwepêşandan divê ne tenê di 8'ê Adarê de be û destnîşan kirin ku têkoşîn divê bênavber bê meşandin.
Jinên Amedî gotin, têkoşîn û xwepêşandan divê ne tenê di 8'ê Adarê de be û destnîşan kirin ku têkoşîn divê bênavber bê meşandin.
Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam dikin. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakî tên lidarxistin. Jinên Amedî têkildarî hefteya 8'ê Adarê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku têkoşîn ne tenê rojekê yan jî hefteyekê ye.
JIN DIVÊ HER TIM LI QADAN BIN
Fatma Levent tundiya li jinê, kuştina jinê şermezar kir û got, "Hêvîdarim rojên hîn xweş li benda me jinan e. Jinên ku tundî li wan tê kirin divê bi taybetî xwe biparêzin. Divê jin serî li ber mêran netewînin. Jinên ku tundî li wan tê kirin bila serî li deverên pêwîst bidin. Em jin li gel mexdûrên tundiyê ne. Jin divê her tim li mîtîngan, li qadan bin. Ev yek wê pêşî li me veke. Ji bo me wê hîn bi wate be ku 8'ê Adarê bi kelecanî û bi coş derbas bibe."
LI GEL HER TIŞTÎ JÎ JIN LI SER PIYAN E
Fatma Ergîn jî got, "Destdirêjî û destavêtin li zarokan tê kirin. Em naxwazin ev bibe. Mafên me jinan nayên dayin. Ti jin ji vê rewşê razî nîne. Kers piştgiriyê nade jinan. Li gel ewqas pirsgirêkên li vî welatî jin li ser piyan e û baş e ku li ser piyan e.
Bêcezahiştina kesên ku jinan dikujin û dest dirêjî zarokan dikin, me dixe nava fikaran. Li hemberî vê rewşê em gelekî nerazî ne. Di 8'ê Adarê de bila jin hemû li qadan bin, bi azadiya xwe rabin."
JI BO MAFÊN XWE EM NEÇAR IN KU TÊBKOŞIN
Gullu Algan jî diya rki rku jin neçar in li mafên xwe bigerin û got, "Divê em dakevin qadan. Di 8'ê Adarê de em jin hemû bibin yek û wê rojê pîroz bikin."
Hêlîn Yildiz jî anî ziman ku ew nema dikarin xwe li kuştina jinan rabigirin û got, "Her roj jinek dimire û dawî li vê nayê. Divê ti jin nemire. Em li welatekî erênî nînin. Divê jin hîn bêhtir çalakiyan bikin. Ne tenê saetekê yan jî rojekê. Jinê dema ji xwe bawer kir, dikare her tiştî bi ser bixîne."