Jin bi rêxistinbûnê xurt dibin

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aboriyê heta bi hunerê, ji jiyana civakî heta bi siyasetê, ji ekolojiyê heta bi dîplomasiyê bi her awayî xwe bi rêxistin kirin û xurt bûn.

Jinên ku pêşengiyê ji Şoreşa Rojava re dikin, xwe amade dikin ku akademiya siyaseta jinê ya demokratîk ava bikin.

Komîteya Dîplomasiyê ku sala 2012'an di bin sîwana Yekîtiya Star de hate damezrandin, ji karên dîplomasiyê yên jinan berpirsyar e. Di heman demê de ji bo têkoşîna hevpar û yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd kar dike. Li dijî kapîtalîzm, faşîzm û sîstema bi serweriya mêr, li gel rêxistinan platformên jinê ava dike. Ji bo danasîna Şoreşa Jinê ya Rojava û xwedî li mîrateya hevpar a jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê derkeve kar dike, têkoşîneke hevpar dimeşîne. Di heman demê de xwedî wê berpirsyariyê ye ku sîstema perwerdeyê bi kûrahî binirxîne.

LI HER HERÊMÊ KOMÎTE HENE

Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star ne tenê li Qamişloyê her wiha ji Helebê heta bi Dêrikê li her bajarî komîteyên xwe hene. Ji salên 2013-2014'an û pê ve jî li Lubnan, Ewropa û Başûrê Kurdistanê di asta nûnertiyê de kar dike. Nûnertiya Lubnanê ji bo karên li Rojhilata Navîn navendeke girîng e. Ji bo Şoreşa Jinê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tenê li qadekê teng nemîne, tê xwestin ku bi Lubnanê re bingeha bihara jinê ya li Rojhilata Navîn bê danîn.

Nûnertiya Başûrê Kurdistanê jî hewl dide destketiyên mîna pêşketinên li qada civakî û siyasî, sîstema hevserokatiyê û qanûnên jinê li parçeyên din ên Kurdistanê belav bike.

Nûnertiya Ewropayê jî ne tenê li Ewropayê dimîne her wiha ji Latîn Emerîkayê heta bi Asyayê dixwaze xwe bigihîne jinan hemûyan.

ARMANC NE AVAKIRINA RÊXISTINEKE SÎWANÎ YE

Kongreya Star li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê mîna rêxistiniyeke sîwanî ya konfederal a tevgerên jinan e. Bersiva ji bo pirsa 'Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê formeke ku keda dîplomasiya jinê li navendekê bigihîne hev, çawa dikare pêk were?' hîn zelal nîne. Armanc ne ew e ku rêxistineke sîwanî bê avakirin. Asta sazîbûnê ya Şoreşa Jinê ku di sala 11'an de xwedî tecrûbeyeke mezin e, ji bo dîplomasiyê bingeheke girîng e.

Ji bilî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li Helebê jî navendeke dîplomasiyê heye. Li herêmên ku hikumeta Şamê lê serwer e, ji ber polîtîkayên krîmînalîzasyonê, pirsgirêkên ewlekariyê û helwestên antîdemokratîk, derfet kêm e ku bi navê Kongreya Star karên rêxistinî bênekirin, tifaq bêne avakirin. Înîsiyatîfên Jinê jî hene.

KARÊN PERWERDEYÊ

Yek ji hîmên bingehîn ên dîplomasiya jinê jî perwerde ye. Ji bo pêşengên jin ên li çar aliyên cîhanê lê li hev kom bibin, hilberîna teorîk bikin, tecrûbeyên xwe binirxînin û parve bikin, her wiha armancên nû yên hevpar destnîşan bikin, tê xwestin ku sala bê akademiya siyaseta jinê ya demokratîk bê avakirin. Her wiha wê dewreyên perwerdeyê jî bêne destpêkirin.

KEDA JINÊ YA HEVPAR

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star û endama Meclîsê Menal Mihemed anî ziman ku bi kedeke hevpar a jinê ew gihîştine vê astê û got, "Eger mirov tenê bi ser saziyekê vebêje wê kêm bimîne. Li gel vê yekê komîteyên piştevaniyê yên li derveyî welat, komÎteyên dost û rêxistinên dîplomasiyê yên jinên Kurd gelek berpirsyariyên mezin hildan ser xwe. Ji bo danasîn û vegotinê karên girîng hatin kirin. Di nava 10 salan de gavên cidî hatin avêtin. Dema ku mirov bala xwe didin ser pêvajoya beriya niha, tê dîtin ku her tim pêşketinek heye lê belê li gorî derfet û pêwîstiyan kêm maye. Dibe ku ji sedî 10 ê derfetan me kariye bi kar bînin. Diviyabû me xwe gihandibû hîn bêhtir mirovan. Hîn bêhtir têkilî danîbûya, têkoşiyên xwe veguherandibûya tifaqên şênber.

LI ROJHILATA NAVÎN EM TÊRKER NÎNIN

Li Ewropa û Latîn Emerîkayê bi dehan komîteyên 'Jin Rojava Diparêzin' hene ku kar dikin. Nabe ku em vê kedê ji nedîtî ve bên. Ji ber sedemên cuda, pênase û teoriya me ya îdeolojîk li Ewropa yan jî Latîn Emerîkayê gelekî serwer e. Heman rewş ji bo Rojhilata Navîn derbas nabe. Ev yek ji bo me pirsgirêkeke cidî ye. Pênase û teoriyên me yên mîna Îdeolojiya Rizgariya Jinê, Hevserokatî, xweparastina jinê ku em her roj dubare dikin, mixabin ji aliyê jinên li vê erdnîgariya me ve baş nayên zanîn. Di vê mijarê de kêmasiyên me çêbûn. Lewma pêwîstiya me hîn bêhtir bi proje, gotinên nû, kampanyayên nû heye. Qada dîplomasiyê jî asta jinê dikare binirxîne û li gorî pêvajoya siyasî wezîfe û pêwîstiyan ji nû ve pênase bike, di vê çarçoveyê de bike ku gav bê avêtin. Eger ev nebe em ê tenê ji xwe kêm bikin."