Jin Bi Hev Re Bi Hêz in: Hûn hemû sûcdarên îstismarkirina zarokan in

Jin Bi Bev Re Bi Hêz in, zewicandina zaroka 6 salî ya rêveberekê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîl Axa, bi gotina: “Hûn hemû sûcdar in!“ li Kadikoyê protesto kir.

Jin Bi hev re bi hêz in, li Kadikoyê çalakiyeke protestoyî li dar xist û destnîşan kir ku li welatekê îstismarkarên zarokên bên efûkirin, ewlehiya tu zarokê/î nîn e. Di çalakiyê de pankartên li ser “Mêr, malbat, terîqet, cemaet îstismar dikin, dewlet parastina îstismarê dike“ nivîsandî, hatin vekirin û hat destnîşankirin ku desthilatdarî ku bergehê li terîqet û cemaetan fereh dike û daraza failan didarizîne jî sûcdar in.

Jinan daxwaza girtina terîqet û cemaetan kir û dirûşmên “Îstismarê fihêl neke, nebe şirîkê sûc“, “Ne malbatê lê zarokan biparêze“, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaetê nakin“ û “Qeda li malbata we bikeve“ berz kirin.

Bîlen Konen a li ser navê Jin B, Hev Re Bi Hêz in, bi bîr xist ku damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi midûrê xwe Kadir Îsteklî yê 29 salî re zewicandiye û wiha got: “ Zarok di 14 saliya xwe de ji ber bêrêkûpêkiya reglê serî li nexweşxaneyê daye. Bijîşk îxbara îstismarê kiriye û ji bo tespîtkirina temenê rastîn ê keçikê, keçik şandiye Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşa. Li wir ji yeke 21 salî nimûne hatiye girtin. Dozgeriyê belgeya zayînê nexwestiye. Gotinên zarokê û testê hestî li hev nehatin lê biryara neşopandinê hat dayîn. Yanî dewlet jî bû şirîkê vî sûcî.“

Konen got ku ji 10 zarokan 4 jê tên îstismarkirin û wiha bertek nîşan da: “Ji xwe fedî bikin, ji ber parlamenterên Paketê 4’emîn ê Darazê derxistin kesên îstismar dikin nayên cezakirin. Ên îstismar dikin jî bira, cîran, xizm, ap, xal, serokê bajar, cerdevan, çawîşê pispor in… 

Serokê MHP’ê yê li Amedê hema bibêje toreke îstismarkirina zarokan ava kiriye.“

‘EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’

Konen, dosyeyên îstismara zarokan ku darazê fihêl kirine yek bi yek rêzkirin û got: “Hûn hemû sûcdar in. Li welatekê îstismarkar bên efûkirin, ewlehiya tu zarokê/î nîn e. Dewlet cihê ku bi erka xwe rabibe, ji bo tu ewlehiya zarokan nîn be tiştên ji mil tên dike. Ji bo ewlehiya her zarokê/î hebe, bi wekhevî, bi nasnameya xwe û bi azadî bijî em dev ji têkoşînê bernadin. Bila ev jî ji we re bibe derd.“