Jin bang li her kesê dikin ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan

Jinên Ciwan ên Têkoşer bang li hemû sazî û dezgehên civakî û taybet jinan kir ku tevlî çalakiya ku wê 1’ê Îlonê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, bibin.

Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya Pêngava ‘Em dibêjin NA’ a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan ku wê 1’ê Îlonê bê lidarxistin, di serî de bang li jin, mamoste,ciwan, hunermend, rewşenbîran kir ku bi girseyî tevlî çalakiyê bibin.

Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komîteya Çalakiyê  Şatû Mihemed li ser çalakiyê axivî û got: “Me dest bi pêngavekî nû ya ‘Em dibêjin NA’ dikin. Ev pêngava gelek çalakiyên cihê li xwe digire, li dijî tundiya li jinan, tecrîda li ser Rêber Apo û li dijî zewicîna tememê biçûk a ciwanan. Di çarçoveya vê pêngavê de em ê 1’ê Îlonê li Baxî Giştî ya Seholeke çalakiyekê ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin destpêkirin.”

Li ser armanca çalakiyê jî Şatû Mihemed diyar kir ku Birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan têkoşîneke mezin ji bo azadî û taybetî mafê jinan daye. Ji bo gava yekem a çalakiya vê pêngavê li dijî tecrîda li ser Ocalan e.

Herî dawî Mihemed bang di serî de li jinan hemû sazî û dezgehên civakê kir ku bi girseyî tevlî çalakiyê di çarçoveya vê pêngavê de bên destpêkirin û bi taybet ji bo çalakiya 1’ê Îlonê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakiya 1’ê Îlonê saet 14:30 li ber Baxê Giştî ya bajarê Silêmanî destpê dike heta kolana Saholeke.